Hewlêr (Rûdaw) - Kesên ji ber şerê li Libnanê koçber bûne rastî zehmetiyên mezin tên.
Ji ber bombebaranan bi sedan kesan mirine ku di nava wan de Kurd jî hene.
Di êrişên doh ên Îsraîlê yên li ser gelek herêmên Libnanê de 52 kes mirin û 161 kes jî birîndar bûn.
Li gorî amarên fermî, hejmara cihên ji bo bicihkirina sivîlan hatine vekirin hezar û 145 e.
Hejmara kesên li van navendan hatine bicihkirin jî gihiştiye 190 hezar û 740 kesî.
Ji ber şerê li Libnanê, pêla koçberiyê didome.
Kurdên ji Rojavayê Kurdistanê cara duyem in neçarî koç dibin.
Rewşa Kurdên ku ji ber şer li Libnanê asê mane dijwar e.
Koçberên Kurd ên ku ji ber rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê berê da Libnanê, vê carê jî ji ber rewşa li wir neçar man koçber bibin.
Piraniya wan ji ber Hikûmeta Sûriyeyê û Rêveberiya Xweser nikarin vegerin Sûriye û Rojavayê Kurdistanê.
Çalakvanê mafê mirovan Ferhan Hesen ji Beyrûtê bû mêvanê bultena Nûrojê ya Rûdawê.
Çalakvanê mafê mirovan Ferhan Hesen li ser rewşa koçberan got:
“Li Libnanê jiyana Kurdên me gelekî ne xweş e.
Li başûr gelek Kurd ji ber ku pere bi wan re nebûn ku birevin li wir man û mirin.
Hinek malbat bi temamî ji nav çûn. Derfeta kar nîne, xelk li ser cadeyan dimîne.
Kes xwedî li Kurdan dike. Hêviyeke me hebû ku Herêma Kurdistanê rê ji miletê me re veke lê ew jî nebû.
Herêma Kurdistanê ji Kurdên me yên Rojava re rê venekir ku ji vir derkevin.
Gelek ji wan ji bo ku naxwazin zilm li wan were kirin venagerin Sûriye û Rojavayê Kurdistanê.”
Ferhan Hesen li ser Kurdên ku di bombebaranan de mirine jî anî ziman:
“Li Beyrûtê 4 malbatên Kurd canê xwe ji dest daye ku hinek ji wan 4 û hinek ji wan 7 kes in.”
Hesen diyar kir, Hikûmeta Libnanê rê neda ku xelkê Sûriye û Rojavayê Kurdistanê di dibistanan de bimînin û got:
“Wan nehişt ku ew di nava Libnaniyan de jî bimînin. Ew di bin daran de li ser cadeyan dimînin. Di destê me de derfetên mezin nînin ku em alîkariya wan bikin.
Dema ku li nêzîkî me bimirin em diçin bin ax dikin.”
17 Kurd mirin
Ferhan Hesen destnîşan kir ku wî dengê xwe gihandiye rêxistinên navneteweyî ku alîkariya Kurdan bikin û da zanîn:
“Bav û kalên me digot ku wê rojekê Kurdistana Îraqê bibe bingeh, Barzanî bavê me Kurdan e û bi barê Kurdan rabe.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê di heqê Kurdên Rojava de kêmasiyek kir û alîkarî nekir.
Derfet neda ku ew vîzeyê bistînin û herin Erbîlê jî.
Ev yek ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê re cihê rexneyê ye.”
Çalakvan Mistefa Şêxo jî ji başûrê Libnanê bû mêvanê bultena Rûdawê û got:
“Rewş gelekî xirab e, roj bi roj bombebaran hene, lêdan heye.
Kurd di nava zeviyan de dimînin. Heta niha jî metirsî heye.
Berî 2 rojan ciwanê bi navê Evdirehman Mûsa Henanê 29 salî ku ji Efrînê bû li Baelbekê di bombebarana balafiran de hat kuştin.”
Çalakvan Mistefa Şêxo her wiha da zanîn ku di bombebaranan de bi giştî 17 Kurd mirine.
Li Libnanê ji sala borî ve di êrişên artêşa Îsraîlê de hejmara kesên ku mirine 3 hezarî derbas kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse