Îsraîlî ji bo bexşîna xwînê ketin dorê: ‘Bi destpêkirina şer re bûn yek’

08-10-2023
RÛDAW
Îsraîlî ji bo bexşîna xwînê ketine dorê
Îsraîlî ji bo bexşîna xwînê ketine dorê
Nîşan Îsraîl Hemas Tel Aviv
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Welatiyên Îsraîlê ji bo kesên ku di êrişên Hemasê de birîndar bûne xwîna xwe dibexşin.

Welatiyên Îsraîlê lezê dikin ji bo xwe bigihînin Nexweşxaneya Tel Avîvê daku xwînê bidin.

Şêniyê Tel Avîvê Beny Attias anî ziman:

“Xwînbexşîn baştir e ji rûniştina li ber televizyonê.

Birîndar gelek in û pêdiviya wan bi xwînê heye, bi taybetî ji corê O pozitiv û O negativ ku ji bo hemû birîndaran tê dayîn û jiyana wan diparêze.”

Êrişên mûşekî yên Hemasê bûn sedema birîndarbûna nêzîkî hezar û 600 welatiyên Îsraîlê, birînên 318 kesan giran in.

“Îsraîliyan dest ji nakokiyên xwe berdan”

Şêniyê Tel Avîvê Amit Burla jî got:

“Bi destpêkirina şer re Îsraîlî bûn yek, dest ji nakokiyên xwe berdan, bi xwîn û xorakê alîkariya hev dikin.”

Sektora tendirustiyê yek ji wan cihan e ku li her du aliyan hatiye armancgirtin.

Wek nexweşxaneya bajarokê Esqelanê ya nêzîkê Xezeyê ku Hemasê ew kiriye armanc.

Herwiha Nexweşxaneya Endenûsiyê ya Beyt Lahiyayê ya li bakurê Xezeyê ku Îsraîlê ew roja Şemiyê bombebaran kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst