Bilançoya şerê di navbera Îsraîl û Hamasê de zêde dibe

07-10-2023
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Êrişên Hemasê Xeze
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li gorî çapemeniya Îsraîlê, di êrişên navbera Îsraîl û rêxistina Hemasê de 250 Îsraîliyan canê xwe ji dest daye û 232 jî endamên rêxistina Hemasê hatine kuştin.

Wezareta Tendirustiyê yê Xezeyê ragihand ku di êrişên Îsraîlê de 232 kes canê xwe ji dest daye û 1697 kes jî birîndar bûne.

Li aliye din çapemeniya Îsraîlê dibêje, di encama êrişên bi roket ên ji Hemasê li Îsraîlê 250 kes canê xwe ji dest daye  û 1104 kes jî birîndar bûne.

Îsraîlê rewşa şer îlan kir

Herwiha li seranserê Îsraîlê perwerdeya dibistanê heya daxuyaniyeke din hat ragirtin.

Ji Xezeyê ber bi Îsraîlê ve ji 150yî zêdetir roket hatin avêtin.

Piştî ku li aliyê Xezeyê avahiyeke pirqat hat bombebarankirin, hêzên Îzzeddîn Qessam ên şaxa çekdarî ya Hemasê 150 roket avêtin aliyê Til Avîvê.

Piştî avêtina roketan li bajarên Îsraîlê yên li Xezeyê û li Til Avîvê sîrenên êrişê lê dan.

Pergala parastina esmanî ya Îsraîlê Qubeya Hesin, roketên ku ji Xezeyê hatin avêtin, li hewa îmhe kirin û li ser asîmanê Qudsê teqînan deng veda.

Li gor nûçeya rojnameya Haaretzê, roketeke ku ji Xezeyê hat avêtin, li bajarê Til Avîvê li avahiyekê ket û avahî hilweşiya.

Ekîbên parastina sivîlan a Îsraîlê ji binê kavilan du kes rizgar kirin.

Hat gotin ku roket li niştewarên Holon, Bat Yam û Givatayimê yên Til Avîvê jî ketin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst