Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar got ku ew niyeta wan nîne ku li Sûriyeyê piştgiriya ti aliyekî bikin.
27ê Çiriya Paşîn komên girêdayî Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) êrişî parêzgehên Îdlib û Helebê kir û berê xwe da Til Rifetê.
Li hinek herêman jî di navber HSD û komên çekdar de şer û pevçûnê dijwar derdikevin.
Di konferansa ewlehiyê ya ku ji aliyê rojnameya Îsraîl Hayom ve hat lidarxistin de, Wezîrê Karên Derve Îsraîlê Gideon Saar li ser bipêşketinên li axivî.
Saar got, "(Sûriye) Em naxwazin di vê mijarê de bibin alî."
Saar diyar kir ku di navbera rêveberiya Şamê û komên çekdar de "aliyek baş" tine tercîh bikin.
Saar tekez kir ku Îsraîl rasterast ne alîyekî operasyonên leşkerî ye lê ew bipêşketinên li Sûriyeyê ji nêz ve dişopînin.
Şerê li Heleb û Îdlîbê
27ê Çiriya Paşîn komên girêdayî Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) êrişî parêzgehên Îdlib û Helebê kir
Komên çekdar 27-28ê Çiriya Paşîn ji rojavayê Helebê ber bi navendê ve bi lez bi pêş ketin, di 30ê Çiriya paşîn de piraniya navenda Helebeê bi dest xist.
Komên çekdar 30ê Çiriya Paşîm navçeya Xan Şêxûnê kontrol kir û bi vê yekê tevahiya parêzgeha Îdlibê ket bin kontrola komên çekdar.
Li hinek herêman jî di navber HSD û komên çekdar de şer û pevçûnê dijwar derdikevin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse