Erdogan: Kuştina zêdeyî 16 hezar sivîlên Filistînî bi ti awayî nayê rewakirin

01-12-2023
RÛDAW
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan Lûtkeya Avhewayê ya Cîhanî Îsraîl Filistîn Xeze
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di konferansa taybet bi guherîna avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî de ragihand  ku di encama êrişên Îsraîlê de li Filistînê zêdetirî 16 hezar kesan canê xwe ji dest daye.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan îro li bajarê Dubaiyê yê Îmaratê di konferansa Neteweyên Yekbûyî ya taybet bi guherîna Avhewayê de gotarek pêşkêş kir.

“Kuştina sivîlan nayê rewakirin”

Erdogan di gotara xwe de amaje bi pêşhatên dawî yên şerê Îsraîl û Hemasê da û got:

“Di encama êrişên Îsraîlê de zêdeyî 16 hezar Filistiniyên ku piraniya wan jin û zarok in canê xwe ji dest daye û ev yek bi ti awayî nayê rewakirin.

Tiştên li Xezeyê çêdibin tawanên mirovî ne û kesên berpirs divê teqez li pêş hiqûqa navdewletî hesabê bidin.”

“Tirkiye amade ye di avakirina dewleteke Filistînê de berpirsiyarî wergire”

Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku Tirkiye amade ye her cor berpirsyariyekê di avakirina dewleteke Filîstinê ya li gor sînorên sala 1967an wergire.

Serokkomarê Tirkiyeyê behsa hinek ji karûbarên rûbirûbûna Tirkiyeyê yên derbarê guherîna avhewayê de jî kir û wiha pê de çû:

“Me heta sala 2030an armanca xwe ya kêmkirina berdana gazên ziyanbexş 2 qatan zêde kiriye.

Em pêşbînî dikin ku ji sala 2051an û şûnde armanca xwe ya sifir berdana gazê pêk bînin.

Di vê çarçoveyê de em li bendê ne ku ji dawiya îsal û pê ve  berdana karbondîoksîtê 66.6 milyon ton kêm bikin.”

Erdogan ragihand ku wan beşa enerjiya kesk (enerjiya nû) di nav çavkaniyên enerjiyê de ji bo ji sedî 55ê zêdekirine û got:

“Em bi vê yekê jî di nav Ewropayê de 5emîn û li seranserî cîhanê jî di rêza 12emîn de ne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst