Li Çiyayê Agiriyê pelîtanga belek hat dîtin

16 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Çiyayê Agiriyê Pelîtanga Belek
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Çiyayê Agiriyê pelîtanga belek a wekî "pelîtanga bilindahiyê tê zanîn" hat dîtin.

Çiyayê Agiriyê yê ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê çiyayê herî bilind e, ji xeynî ajalên wekî mişk û maran cisnên pelîtangan jî dijîn.

Pelîtanga belek a ku li bilindahiyan dijî û lewma wekî pelîtanga bilindahiyê tê binavkirin, li bilindahiya 4 hezar û 200î hat dîtin.

Pisporê jiyana kovî Mete Turkoglu diyar kir ev cisnê pelîtangan li bilindahiyan dijî û wiha dewam kir:

"Ev Pelîtang cisnekî girîng e ku li welatê me li bilindahiya di navbera 1500 û 3 hezar 500 metreyî de tê dîtin.

Ev pelîtanga li Çiyayê Agiriyê li 4 hezar û 200 raqimî hat dîtin û ev yek ji bo Çiyayê Agiriyê û Îdirê qeydeke envantarê ya baş e."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst