Stenbol (Rûdaw) - Li bajarê Stenbolê, Fuara Moda û Konfeksiyonê ya Stenbol Fashion Connectionê dest pê kir.
Bi vê Fuarê sektora moda û cil û bergan a Tirkiyeyê bi mişterî û pisporên navneteweyî re li Stenbolê dicive.
Ji 134 welatan 450 markayên cil û bergan beşdar in.
Îsal tê hêvîkirin ku dê ji sektorê derdora 30 hezar kesî serdana fuarê bike.
Di pêşangehê de her wiha defîle, qadên trendê, semîner, atolyeyên modayê û hevdîtinên dan û standinan jî tên lidarxistin.
Nûnerên sektora moda û cil û bergan a Tirkiyeyê dibêjin, “Ji bo zêdebûna hinardeya Tirkiyeyê ev fuar ji bo sektora me gelekî girîng e.”
Li aliyê din, bazirganên biyanî yên ku beşdarî fuarê bûne jî ji Rûdawê re axivîn û gotin ku îsal ji ber enflasyonê li Tirkiyeyê cil û berg biha bûne.
Dîmenên rengîn û defîle
Dîmenên rengîn ji Fuara Moda û Konfeksiyonê ya Stenbol Fashion Connectionê ne.
Bi vê fuarê sektora moda û cil û bergan a Tirkiyeyê bi mişterî û pisporên navneteweyî re dicive.
Xwediyê Şirketa Fîmkayê Bariş Koselîoren got:
“Ev fuar ji bo sektora me gelekî girîng e.
Ji bo zêdebûna hinardeya Tirkiyeyê platformên wiha lazim in.
Ev 5 sal in em beşdarî fuarê dibin.
Dema em li gorî sala par didin ber hev, beşdariya fuarê ji sedî 30 zêde bûye. Em gelekî kêfxweş in.
Ji Herêma Kurdistanê û Hewlêrê gelek şirketên hevkar hene ku em ji wan re berheman dişînin.”
Di pêşangehê de marka û hilberînerên cil û bergan, koleksiyonên xwe nîşanî mişteriyên ji welatên cuda didin.
Ev organîzasyon li ser qadeke 35 hezar metre çarçikî tê lidarxistin.
Bazirganên biyanî çi dibêjin?
Bazirgana ji Tûnisê Emîne Qasimiyê li ser fuarê ev agahî dan:
“Ez ji Tûnisê me lê ez li Stenbolê dimînim. Bi rastî ev fuar wekî her sal dîsa gelekî xweş û niwaze ye.
Lê ya rast cil û berg îsal hinekî biha bûne.
Yanî wekî mişteriyekê dema ez lê dinêrim, ez dibînim ku ji ber enflasyonê cil û berg û tekstîl biha bûne.”
Mankena Senegalî Himankayê jî hestên xwe wiha anîn zimên:
“Silav, ez Himanka me. Ez vê fuarê gelekî xweş dibînim.
Li vê derê gelek tiştên cihêreng hene. Ez pêşniyar dikim ku her kes were û vê fuarê bibîne.”
Armanc berfirehkirina bazarê ye
Armanca fuarê ew e ku markayên cil û berg û tekstîlê bazara xwe ya li welatên Rojhilata Navîn, Ewropa û Asyayê berfirehtir bikin.
Bazirgana ji Rûsyayê Valeria jî li ser armanca xwe ya beşdariyê wiha axivî:
“Ez ji Rûsyayê ji bo fuarê hatim. Bi rastî jî fuar gelekî balkêş û berfireh e.
Hemû marka xwe bi awayekî herî baş didin nasîn.
Armanca me jî ev e ku em markayan hilbijêrin û bi wan re peymanan çêbikin ku em berhemên wan li firoşgehên cuda yên bajarên Rûsyayê bidin nîşandan.”
Fuara Moda û Konfeksiyonê ya Stenbolê ya ku îro li Navenda Fuarê ya Stenbolê (Istanbul Expo Center) dest pê kir, dê heta 21ê Tebaxê berdewam bike.



