Hewlêr (Rûdaw) - Metayê îro ragihand ku wan li Awistralyayê 756 hezar hesabên Facebook û Instagramê yên zarokên ji 16 salî biçûktir girtine.
Li gorî daxuyaniya şirketa Metayê, heta 30ê Hezîranê 462 hezar hesabên Instagramê û 294 hezar hesabên Facebookê hatine girtin.
Awistralya di cîhanê de bû welatê yekem ku ji bo hesabên medyaya civakî sînorê temenê “16 salî” anî.
Ev biryar Kanûna Pêşîn a sala 2025an ketibû dewrê.
Metayê eşkere kir ku pêvajoya girtina hesaban berdewam dike û eger heye ku ev hejmar bêhtir bibe.
Li welatên din rewş çi ye?
Ji xeynî Awistralyayê, gelek welatên din jî ji bo zarokan hinek qedexeyên medyaya civakî tînin.
Fransayê ji bo bikarhênerên ji 15 salî biçûktir, li seranserê welêt qedexeyek sepandiye.
Her wiha Spanya, Malezya û çend welatên din jî li ser sînorkirinên bi vî rengî dixebitin.
Bikaranîna hişê çêkirî
Şirketê da zanîn ku ew ji bo tesbîtkirina temenê bikarhêneran hişê çêkirî bi kar tînin.
Sîstema hişê çêkirî li ser parvekirin, şîrove, jiyanname û nivîsên binê wêneyan lêkolînê dike.
Hişê çêkirî li pey agahiyên wekî roja jidayîkbûnê û polên dibistanê digere da ku bikarhênerên di biniya 16 salî re diyar bike.
Metayê her wiha ji bo dê û bavan û bikarhênerên din jî rêyên ragihandina hesabên gumanbar hêsantir kirine.
Şirketê ji bo rêlibergirtina vekirina hesabên nû yên kesên ku hesabên wan hatine girtin hinek tedbîrên din jî standine.



