Îsal 432 hezar geştyarên ji Îran û Rojhilatê Kurdistanê çûne Wanê

Duh li 06:02
RÛDAW
Nîşan Wan Geştyar Îran Rojhilatê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Di van demên dawî de bi hezaran kes ji Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi mebesta derbaskirina betlaneya xwe çûn bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê.

Geştyarên ji Îran û Rojhilatê Kurdistanê yên ku ji bo betlaneya xwe ya havînê Wanê hildibijêrin bi rêya Deriyê Kapikoyê derbasî bajêr dibin.

Geştyar  li cihên dîrokî û geştiyarî yên bajêr bi taybetî qeraxên Gola Wanê digerin.

Di 6 mehên îsal de 431 hezar û 938 geştyarên ji Îran û Rojhilatê Kurdistanê çûne Wanê ku di van salên dawî de hejmara herî zêde ya geştyaran e.

Alîkarê Serokê Lijneya Rêveberiyê ya Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Wanê Fevzî Çelîktaş diyar kir ku deriyê sînor ji bo Wanê bûye çavkaniya sereke ya aboriyê.

Fevzî Çelîktaş anî ziman ku ew her meh mazûvaniya bi deh hezaran geştiyaran dikin û got:

"Di 6 mehên ewil ên sala 2023an de 328 hezar û 172 Îranî derbasî bajêr bûne.

Îsal jî di 6 mehên ewil de 431 hezar û 172 kesan bajarê me ziyaret kiriye.

Xebatên me dewam dikin û em di wê baweriyê de ne ku di 6 mehên duyemîn ên îsal de em dê bigihêjin armanca xwe ya mazûvaniya milyonek geştiyarî."

Hadî Mehrjouya Îranî destnîşan kir ew ji bo betlaneyê hatiye Wanê û got ku ew li ber bedewiyên siruştî yên bajêr heyirî maye.

Yûsif Azîzî jî got, "Îsal giringiyeke mezin ji bo sektora geştyariyê hat dayîn.

Li Gola Wanê hejmara keştiyên geştê zêde bûne. Yek ji sedema herî mezin a hatina me ya bajêr ew e ku bihayên tiştan guncaw in."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst