Hewlêr (Rûdaw) - Di demên dawî de ji ber ku baran zêde barî û çêre zêde bû, xêr û bereket jî ket şîrê heywanan û li Qersê jinan ji bo çêkirina penîrê helandî dest bi amadehiyan kir.
Li Qersê piştî baranan çêreya mêrg û mexelan xweş bû û çêlekên ku li van mêrg û mexelan diçêrin jî zêdetir şîr didin.
Bi şîrê çêlekan çêkirina penîrê helandî dest pê kir.
Ji bo çêkirina penîr tendûr hatin dadan û binê sîtilan hatin vêxistin.
Jinên navenda navçeya Qamûşanê û yên gundê Yagbasanê van rojan ji bo çêkirina penîrê helandî zend û bendê xwe hildane.
Şîrê ku bi makîneyê ji rûn tê safîkirin, rojekê didin sekinandin û tirş dikin.
Paşê di sîtilan de dikelînin. Şîr heta ku biqete tê kelandin û paşê ji şîrê qetiyayî penîrê helandî tê çêkirin.
Penîr havîn û zivistanê an taze tê xwarin an jî dixin eyarê pez û bizinan û wisa diparêzin.
Sîbel Ozturka ku penîr çêdike got ku sîtilên sifir ên mezin ji bo çêkirina penîrê helandî hatin amadekirin û wiha got:
"Piştî ku şîr tirş dibe, qasî wî şîrî jî şîrê taze lê tê zêdekirin.
Em paşê havên davêjinê û şîr diqete. Em ji wî şîrê qetiyayî penîr çêdikin."
Aynur Ozturkê jî got:
“Îsal baran gelekî bariya, çêreyê ajelan baş bû, ji ber wê şîrê ajelan jî baş û bi rûn e.
Herwiha ji ber gul û giya zehf bûn tama şîr jî xweştir bûye. Me jî dest bi çêkirina penîr kiriye.”
Parêzgeha Qersê navendeke girîng a ajeldariyê ye.
Li gor amarên fermî sala 2023yan li Qersê 615 hezar û 377 dewar û 698 hezar û 130 serî pez hebûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse