Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî got, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû erkên xwe bi cih anîne lewma divê sala bê pirsgirêka meaşan bi awayekî bingehîn were çareserkirin.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo sala nû peyamek belav kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyama xwe de anî ziman:
“Ez spasiya xweragirî û sebra xelkê welatparêz û bindest ê Herêma Kurdistanê dikim ku mixabin ji ber pirsgirêkan û neşandina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta federal ve, saleke din a darayî ya dijwar derbas kir.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû erkên xwe bi temamî cih anîne lewma divê sala bê ev pirsgirêk bi awayekî bingehîn were çareserkirin.”
Serokê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî sala nû li hemû gelê Kurdistanê pîroz kir û anî ziman:
“Em hêvîdar in ku aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê di demeke kurt de bigihin rêkeftinekê li ser pêkanîna kabîneya nû, ji bo pêkanîna hikûmeteke yekgirtî ya bihêz û giştgîr ku kar û barên niha û paşerojê û pirsgirêkên civakî yên Herêma Kurdistanê pêk bîne.”
Zêdetirî du mehan bi ser hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê re derbas bûn û heta niha aliyên siyasî li ser avakirina hikûmetê li hev nekiriye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse