Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê Mezlûm Ebdî ji bo perwerdeya bi Kurdî bangî malbatan kir û got, "Zarokên xwe bişînin dibistanên Kurdî."
Mezlûm Ebdî her wiha li ser rewşa zanîngehên Rojava û Kobaniyê jî da zanîn ku ji bû fermîbûna wan zanîngehan dan û standinên wan didomin.
Mezlûm Ebdî diyar kir ku zimanê Kurdî nasnameya Kurdan e.
Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê Mezlûm Ebdî derbarê perwerdeya zimanê Kurdî, rewşa dibistanan û fermîbûna zanîngehên Rojava û Kobaniyê de ji ANHAyê re bi rêya vîdeoyekê peyamek belav kir.
"Keda 14 salan gaveke dîrokî ye"
Mezlûm Ebdî bal kişand ser mafê perwerdeya zimanê dayîkê û got:
"Parastin û bipêşxistina zimanê Kurdî heta îro armanceke me ya bingehîn e.
Fêrbûn û xwendina bi zimanê dayîkê mafekî xwezayî yê hemû gelan e.
Di 14 salên borî de di Şoreşa Rojava de ji bo fêrbûn û xwendina zimanê Kurdî kedeke mezin hat dayîn.
Di demekê de ku em di nav şer de bûn, pergaleke xwendinê hat avakirin.
Her çi qasî kêmasiyên wê hebûn jî tiştekî nû bû û di dîroka Rojavayê de gaveke dîrokî bû."
Ebdî spasiya wan malbatan kir ku tevî şer û zehmetiyan zarokên xwe şandine dibistanên Kurdî.
Wî her wiha spasiya mamoste û karmendan jî kir ku di 14 salên borî de ji bo perwerdeya Kurdî kar kiriye.
"Em li kêleka xwendekarên xwe ne"
Ebdî anî zimên ku ev salek û 8 meh in rejîma Beasê rûxiye û ew hewl didin zimanê Kurdî di pergala perwerdeyê ya Sûriyeyê de bibe beşeke fermî.
Mezlûm Ebdî derbarê nerazîbûnên dawî yên li ser biryarên Wezareta Perwerdeyê wiha axivî:
"Ji bo fermîbûna zimanê Kurdî gelek civîn û dan û standin çêbûn. Di encamê de Wezareta Perwerdeyê derbarê zimanê Kurdî de biryarek da lê gel û xwendekarên me ev biryar têrker nedît.
Wan xwenîşandan kirin û helwesta xwe nîşan da. Em vê yekê mafê xwendekarên xwe dibînin û em li kêleka wan in."
Banga ji bo berdewamiya xwendinê
Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê bal kişand ser qonaxa veguhêz û bangî malbatan kir ku pêvajoya perwerdeyê qut nekin.
Ebdî diyar kir ku divê pergala xwendinê bi serkeftî derbas bibe û pê de çû:
"Ji bo ku zarokên di dibistanên Kurdî de xwendine zehmetiyê nekişînin tedbîr hatine wergirtin.
Zarok dê li aliyekî fêrî zimanê Erebî bibin, li aliyê din jî dê xwendina xwe ya bi zimanê Kurdî bidomînin.
Daxwaza me ew e ku malbat zarokên xwe bişînin wan dibistanên ku zimanê Kurdî lê esas tê girtin.
Ev yek dê bibe bingeh ji bo ku em sala bê mafên xwe yên di mijara zimanê Kurdî de bi temamî bi dest bixin."
Rewşa polên 9 û 12an û zanîngehan
Li gorî agahiyên ku Mezlûm Ebdî dane, îsal xwendina pola 9an û bekeloriyayê (pola 12an) dê li gorî pergala Rêveberiya Xweser were meşandin.
Ebdî daxwaz ji xwendekarên van her du polan kir ku ji bo paşeroja xwe xwendina xwe li gorî vê pergalê bidomînin.
Derbarê Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobaniyê de jî Ebdî eşkere kir ku ji bo fermîbûna wan dan û standin didomin û wiha got:
"Hîn biryara dawî derneketiye lê em bi hêvî ne ku dê derbarê vê mijarê de jî biryareke guncaw derkeve.
Daxwaza me ew e ku xwendekarên me yên bekeloriyayê ji bo ku cihê xwe di van her du zanîngehan de bigirin, serlêdanên xwe li gorî pergala Wezareta Perwerdeya Bilind bikin."
Mezlûm Ebdî di dawiya peyama xwe de sala nû ya xwendinê pîroz kir û ji bo xwendekaran daxwaza serkeftinê kir.


