Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê pitikekî yekrojî hat kuştin.
Hêzên ewlehiyê dayîk û pîrika wî bi tohmeta kuştina wî girtin.
Li navenda Qersê jina ducanî ya bi navê H.K.yê ji bo zayînê çû nexweşxaneyê.
H.K.yê li nexweşxaneyê kurek anî dinyayê.
Dayîk H.K. piştî demekê bi kurê xwe re ji nexweşxaneyê çû mala xwe.
Berpirsên nexweşxaneyê piştî çend rojan ji bo rewşa pitik, li dayîkê geriyan.
Dayîkê ji berpirsên nexweşxaneyê re got, “Pitikê min mir û me ew bi axê spart.”
Berpirsên nexweşxaneyê gotinên dayîkê bi guman dîtin û hêzên ewlehiyê ji rewşê agahdar kirin.
Di devê pitik de destmal hat dîtin
Serdozgeriya Komarê ya Qersê li ser agahdarkirinê derbarê bûyerê dest bi lêpirsînê kir.
Tîman ji bo tesbîtkirina sedema mirinê gora pitik vekir.
Di kontrola bijîşkan de eşkere bû ku destmal xistine devê pitik û ew bi vî awayî hatiye kuştin.
Dayîk û pîrik hatin girtin
Li ser rapora bijîşkan polîsan dayîka pitik H.K., pîrika wî B.E. û bapîrê wî S.E. desteser kirin.
Polîsan her sê gumanbar piştî îfadeyê sewqî Dadgeha Qersê kirin.
Dadgehê derbarê dayîk H.K. û pîrik B.E.yê de biryara girtinê da.
Dadgehê bapîr S.E. jî bi şertê kontrola dadî berda.



