Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Elkê ya parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê, bi ser makîneya kar a rê vedikir de aşût ket.
Li navçeya ku berf lê bariya, rêya gundê Şuricê hat girtin.
Ji bo vekirina rêya gund, ekîbên Rêveberiya Taybet a Parêzgehê bi makîneya kar xebat da destpêkirin.
Di vê navberê de bi ser makîneya kar a Şeyhmus C. diajot de aşût ket.
Li ser agahdarkirinê makîneyên kar çûn cihê bûyerê.
Ekîban Şeyhmus Cyê di makîneya kar de asê mabû, xilas kir.
Tîmên tenduristiyê Şeyhmus C. bir Nexweşxaneya Dewletê ya Elkê.
Hat zanîn ku rewşa tenduristî ya operatorê makîneya kar baş e.
Ji aliyekî din ve ew kêlî bi kameraya têlefona mobîl hat qeydkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse