Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Konseya Birêvebir a KCKyê Cemîl Bayik qebûlkirina posta şêwirmendiya Serokkomariya Sûriyeyê a ji aliyê Mezlûm Ebdî ve rexne kir.
Cemîl Bayik di hevpeyvîneke xwe ya bi televîzyona Nûçe TVyê re bi bîr xist ku Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî berê dabû zanîn ku ew ti erkê fermî wernagire lê pişt re “şêwirmendiya Ehmed Şer” qebûl kiriye û got:
“Pêşî got ku ew dê ti erkî qebûl neke û di nav gelê xwe de be. Ev daxuyaniya wî di cih de bû lê dema dawî bû şêwirmendê Ehmed Şer. Heke li ser navê Kurdan bûya nedibû pirsgirêk.
Rexneyên heyî di cihê xwe de ne. Em jî rexne dikin çimkî divabû qebûl nekira. Pêdiviya Ehmed Şer bi Kurdan heye lê heke Kurd bibin dostên hev dê dostên wan çêbibin. Ji bilî vê, ti hêz nîne ku em bibêjin ‘Ev dostê Kurdan e’ lê ev nayê wateya ku em pêwendiyan danaynin.”
YBŞ
Cemîl Bayik li ser daxwazên civaka Kurdên Êzidî ya li Şingalê û tevlîbûna Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) ya nava hêzên ewlehiyê yên Îraqê jî nirxandin kirin.
Bayik da zanîn ku Êzidî dixwazin bi dewleta Îraqê re ber bi “entegrasyona demokratîk” ve gavan biavêjin û anî zimên:
“Eger ev pêk were dê baş be. Li gorî tiştê ku tê dîtin Îraq dixwaze vê pirsgirêkê çareser bike.”
Rewşa Kampa Mexmûrê
Bayik li ser paşeroja kampa li navçeya Mexmûrê ya Mûsilê jî axivî û destnîşan kir ku eger pêvajo bi ser bikeve dê dosyaya Kampa Mexmûrê jî çareser bibe û got ku Tirkiye û Îraqê ji bo vegera niştecihên kampê ya ji bo Tirkiyeyê biryar daye.
Bayik daxuyand ku ji bo avêtina gaveke wiha divê garantî ji bo şêniyên kampê were dabînkirin.
“Eger Îran Pirsgirêka Kurdan çareser neke dê birûxe”
Bayik li ser rewşa Kurdên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê jî nirxandin kirin û diyar kir ku eger rejîma Îranê Pirsgirêka Kurdan çareser neke ew dê “birûxe.”
Bayik anî zimên ku divê Kurd xwe bi rêxistin bikin û ji bo egerên nû amade bin.
Wî her wiha got ku eger entegrasyona demokratîk pêk neyê û şer derkeve jî divê ji aliyê Kurdan ve hemû amadehî hebin û got:
“Eger pêvajo bi ser nekeve em ji bo şerekî mezin jî amade ne. Heta ku em armancên gelê xwe nebin serî em dev ji têkoşînê bernadin.”



