Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedarê Kurd Nurettîn Demîrtaş bal kişand ser pêvajoya çareseriyê û diyar kir ku rêya derketina ji çanda şer tenê diyalog û dan û standin e.
Kekê Selahattîn Demîrtaş û Hevserokê berê yê Partiya Civaka Demokratîk (DTP) Nurettîn Demîrtaş li ser pêvajoya çareseriyê nirxandin kirin û got:
“Rêya derketina ji vê çanda şer tenê diyalog û dan û standin e. Naxwe ew hişmendî û pergala ku li ser serkeftin-têkçûn û mirin-kuştinê ava bûye ti carî nikare çareseriyê peyda bike.”
Demîrtaş anî zimên ku diyalog û dan û standin ne tenê ji bo çareserkirina pirsgirêkên siyasî rêbazek e, di heman demê de çandek e ku divê derbasî hemû qadên jiyana civakî bibe.
Wî destnîşan kir ku divê pêvajo bi diyaloga di navbera beşên civakê de were xurtkirin û dev ji çanda pevçûnê were berdan.
“Diyalog hewla fêmkirina hev e”
Nurettîn Demîrtaş di nirxandina xwe ya ji bo ANFyê de got:
“Em dixwazin dan û standinê bikin çandek. Diyalog û dan û standin hewla fêmkirina hev a kesên xwedî ramanên ji hev cuda û heta dijber e.
Nêzîkbûn bi rêya fêmkirinê pêk tê. Dijberî bêyî diyalog û dan û standinê ji holê ranabe û dibe ku her tim ber bi qada pevçûnê ve here.”
“Pergala li ser kuştinê ti carî çareseriyê nabîne”
Nurettîn Demîrtaş anî zimên ku pergala kapîtalîst dixwaze cîhanê û bi taybetî Rojhilata Navîn bike qada şer û diyar kir ku rêbazên ji bilî diyalog û dan û standinê çareseriyê nayînin.
Demîrtaş destnîşan kir ku eqilê şerxwaz nikare pirsgirêkan çareser bike û axaftina xwe wiha domand:
“Divê ev çanda şer bê terikandin. Rêya derketina ji vê çandê tenê diyalog û dan û standin e.
Naxwe ew eqil û pergala ku li ser têkbirin û kuştinê ava bûye ti carî çareseriyê nabîne.
Eger em vê bikin çandeke mayînde ya jiyanê, dê jiyan û vejîn bi temamî cihê kuştin û mirinê bigire.”
“Dan û standin têkoşînek e ku li ser rêzgirtinê dimeşe”
Demîrtaş diyar kir ku ji bo bidawîbûna şerên nasname, ol û mezheban ên li Rojhilata Navîn divê rêbaza diyalogê bibe bingeh û got ku dan û standin pêvajoyeke demdirêj e û tenê bi peymanekê bi dawî nabe.
Nurettîn Demîrtaş destnîşan kir ku dan û standin li ser bingeha rêzgirtinê têkoşînek e û axaftina xwe wiha bi dawî kir:
“Ev di heman demê de têkoşînek e lê bêyî pevçûn û bêyî hewla tunekirina hevdû, rêzgirtina li hemberî hev nîşan dide.
Rihê dan û standinê vê dixwaze. Mixabin îro gelek reftarên li dijî vî rihî hene. Beşeke zêde heye ku di zimanê kevn ê pevçûnê de israr dike.
Abdullah Ocalan wekî pêşengê sereke yê dan û standinan vê pêvajoyê dimeşîne.”



