Li Amedê qeza: 17 kes birîndar bûn

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Amed Qeza Mamoste
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Sûrê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê kamyoneta şîr, otomobîlek û minîbuseke ku mamoste tê de bûn li hev qelibîn û di qezayê 17 kes birîndar bûn.

Kamyoneta şîrlêbarkirî ya ku şofêrê wê Z.T. bû, li navçeya Sûrê ewil li otomobîla ku şofêrê wê T.B. bû qelibî.

Heman kamyonet paşê jî li minîbusa ku şofêrê wê Î.T. bû qelibû ku mamoste tê de bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê qezayê.

Di qezayê de ajokarên kamyonet û minîbusê û 15 mamosteyên ku di minîbusê de bûn birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyê.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst