Otomobîla Parlamantera YSPyê qeza kir

31-07-2023
RÛDAW
Nîşan YSP Adalet Kaya Qeza Çiyayê Cûdiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Otomobîla Parlamentera Partiya Çepên Kesk (YSP) Adalet Kayayê li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê qeza kir.

Otomobîla Parlamentera YSPyê Adalet Kayayê û otomobîla ku endamên YSPyê tê de bûn, di têketina navçeya Nisêbînê de li hev qelibîn.

Li gor zanyariyan di encama bûyerê de Adalet Kaya û çend kesên din bi sivikî birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê birîndarên bûyerê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.

Parlamentera YSPyê û şandeke ji endam û berpirsên YSPyê ji bo tevlî li meşa li dijî şewitandina Çiyayê Cûdiyê ya li navçeya Silopyaya Şirnexê bibin ji Amedê bi rê ketibûn.

Daristanên Çiyayî Cûdiyê ev çend roj in ji aliyê leşkerên artêşa Tirkiyeyê ve hatine şewitandin û agirê li daristanan hîn jî nehatiye vemirandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst