Hewlêr (Rûdaw) - Ji bo bidawîanîna dabeşbûna bi salan a Hêzên Pêşmergeyean gaveke dîrokî hat avêtin.
Bi çavdêriya Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Pêşmerge Nêçîrvan Barzanî îro merasîmeke fermî hat lidarxistin.
Di vê merasîmê de yekkirina bi temamî ya Hêzên Pêşmergeyan û bidawîbûna pêvajoya reformê ya di bin sîwana Wezareta Pêşmergeyan de hatin ragihandin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Alîkarê Serokwezîr Qubad Talebanî û Wezîrê Pêşmergeyan Şoriş Îsmaîl beşdarî vê merasîmê bûn.
Her wiha gelek berpirsên bilind ên siyasî û leşkerî jî amade bûn.
Li gorî vê verastkirina nû, bi dehan hezar Pêşmergeyên Yekeyên 70 û 80yî dikevin nava çarçoveyeke yekgirtî ya leşkerî ya niştimanî.
Ew dê êdî rasterast di bin fermandariya Wezareta Pêşmerge de bin.
Nêçîrvan Barzanî: Pêşmerge ne milkê ti partiyê ye
Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Pêşmergeyan Nêçîrvan Barzanî di merasîmê de axavtinek kir.
Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku divê nasnameyeke bi temamî niştimanî ya Hêzên Pêşmergeyan hebe û got:
"Pêşmerge ne hêzeke partîtiyê ye. Pêşmerge hêzeke Kurdistanî ye û ne milkê ti partiyê ye.
Bi vê gavê re êdî ti hêz li derveyî îdareya Wezareta Pêşmerge namîne."
Serokê Herêma Kurdistanê destnîşan kir ku pêwîstiya Kurdistanê bi yek fermande, yek hêz û yek wezaretê heye û wiha pê de çû:
"Pêşmerge di demên herî dijwar de di heman çeperê de bûn û bi hev re qurbanî dan.
Pêwîst e em jî vê qurbanîdanê bikin bingeha yekrêzî û bihevrejiyana xwe ya navxweyî."
Nêçîrvan Barzanî ji ber piştgiriya wan a ji bo vê pêvajoyê spasiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) kir.
Wî her wiha anî zimên ku destpêka pêvajoya çaksaziyê bi destê Serok Mesûd Barzanî bûye.
Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser wê yekê ku Pêşmerge beşek e ji sîstema parastinê ya Îraqê.
Wî bangî Bexdayê kir ku li gorî destûrê budce û çekên pêwîst ji bo Pêşmergeyan dabîn bike.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî wiha axivî:
“Amadebûyî û mêvanên birêz, Pêşmergeyên qehreman, Rojbaş..
Hûn hemû gelekî bi xêr hatin.
Bixêrhatineke taybet li Fermandarê Yekem Ebdulemîr Şemerî, Birêvebirê Ofîsa Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Îraqê dikim ku li vir bi me re amade ye.
Amadebûna cenabê wî li vir, tekezîkirin e li ser girîngiya hevkariya di navbera artêşa Îraqê û Pêşmergeyan de, wekî beşek ji sîstema parastinê ya Îraqê, pir bi xêr hatî.
Gelek kêfxweş im ku îro di vê merasîmê de bi hev re ne ji bo ragihandina gava dawî ya yekgirtina Hêzên Pêşmerge û destbikarbûna fermandariya 1 û 2 ya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê.
Bi vê gava girîng, êdî ti hêz li derveyî peykerê Wezareta Kar û Barên Pêşmergeyan namîne.
Ev boneya hevdem e li gel salvegera çarem a îmzekirina lêtêgihîştina Wezareta Kar û Barên Pêşmergeyan û Wezareta Şer a Amerîkayê (Pentagon) ku çar sal berê di rojeke wekî îro de, 21ê Îlona 2022yan hat îmzekirin.
Spasiya piştgirî û hevkariya wan a berdewam dikim ji bo vê pêvajoyê û ji bo alîkariya Herêma Kurdistanê û Îraqê bi taybetî di şerê li dijî terorîstên DAIŞê de.
Berdewamiya van hewldanan jî vedigere sala 2016an, dema li ser destê cenabê Serok Mesûd Barzanî pêvajoya çaksaziyê di Wezareta Pêşmergeyan de dest pê kir.
Ev di demekê de bû ku Pêşmerge di bin fermandariya cenabê Serok de efsaneya DAIŞê têk dişkand, wekî çawa berê jî di sala 2014an de her bi fermana cenabê wî Pêşmerge çûn Kobaniyê da ku wê biparêzin û rûpeleke geş di dîroka gelê Kurdistanê de ji bo parastinê tomar kirin.
Ji ber wê jî ev boneyek e ku gelê Kurdistanê demeke dirêj e li bendê ye û bi salan e di oxira wê de me hemûyan kar kiriye.
Ev ne tenê guhertinek e di peyker û rêkxistinê de, an tenê veguhastina yekeyan ji pêkhateyekê ji bo pêkhateyeke din e, belkî pêngaveke niştimanî ya mezin e di karwanê avakirina saziyên Herêma Kurdistanê de.
Di salên borî de me berdewam gotiye: Pêwîstiya Kurdistanê bi yek hêz, yek wezaret û yek fermandariyê heye.
Me gotiye: Divê Pêşmerge hêzeke niştimanî dûrî destwerdan û nakokiyên partîtiyê be. Îro jî, em pêngaveke mezin ber bi bicihanîna vê armancê ve diavêjin.
Amadebûyiyên birêz,
Dema metirsî li ser Kurdistanê çêbû, cudahî di navbera pêşmergeyek û pêşmergeyekî din de, deverek û devereke din de nebû.
Di demên herî dijwar de, Pêşmerge di yek çeperî de rawestiyane, bi hev re qurbanî dane û xwîna wan di oxira parastina yek ax û yek gelî de têkilî hev bûye.
Tiştê ku li qadên cengê Pêşmerge kirin yek, divê îro di sazî, fermandarî û biryarê de jî wan bike yek.
Pêşmerge xwedî dîrokeke geş in. Loma îro em vê dîrokê û hemû van qurbaniyan di nava yek saziyeke niştimanî de kom dikin.
Dîrokeke ku çendîn nifşên Pêşmerge çêkirine, em dikin hêzeke yekgirtî ji bo parastina paşeroja Kurdistanê.
Wefadariya herî baş jî ji bo şehîdên me ew e ku qurbanîdana wan bikin bingeha bihevrejiyan û yekrêziya xwe ya navxweyî.
Birêzno,
Yekkirina Hêzên Pêşmerge ne dawiya vê pêvajoyê ye, belkî destpêka qonaxeke nû ye ku dibe ku dijwartir jî be.
Ji îro pê ve, divê ev yekrêzî di her tiştî de xuya bibe: di fermandarî û serkirdayetiyê de, di biryar û fermanan de, di meşq û rêkxistinê de, di maf û erkan de, di bilindkirina pileyên leşkerî û di baweriya leşkerî û dîsîplînê de.
Divê ji bo hemûyan zelal be ku saziya leşkerî nabe qada milmilaneyên siyasî.
Partî di hilbijartinan de hevrikiyê dikin, cudahî di bername, dîtin û helwestên wan de dê hebe, ev di her sîstemeke demokratîk de tiştekî gelekî asayî ye.
Lê divê Pêşmerge li ser hevrikiya partîtiyê bimîne, çimkî ne hêza partiyê ye, belkî hêza Kurdistanê ye.
Ji ber wê jî mezintirîn xizmeta ku em îro pêşkêşî Pêşmerge bikin ew e ku rêz li saziya wê bê girtin, daku erkên xwe yên pîşeyî û niştimanî bêyî destwerdana siyasî û partîtiyê bi cih bîne.
Serkeftina rasteqîn a yekgirtinê bi hejmara wan yekeyan nayê pîvandin ku hatine xistin bin sîwana wezaretê, belkî bi wê tê pîvandin ku her pêşmergeyek hest bike saziya wî Wezareta Karûbarên Pêşmerge ye, serkirdayetiya wî fermandariya leşkerî ya wî ye û hevsengerê wî di heman yekeyê de birayê erkê wî ye, bêyî guhdana wê yekê ku bi ser kîjan aliyî ve ye, an xelkê kîjan deverê ye.
Ev ew Pêşmerge ye ku gelê Kurdistanê dixwaze: Pêşmergeyekî pîşeyî, rêkxistî, hevçax, baş rahênankirî û pirçekkirî ku pabendî qanûn û saziyan be, cihê baweriya gelê xwe be û cihê rêza dostên xwe be.
Pêşmergeyên qehreman,
Hûn hêza hemû Kurdistanê û hemû pêkhateyên wê ne. Erkê we parastina asayîş, rûmet û jiyana hemû wan welatiyan e ku li ser vê axê dijîn, bêyî cudahî.
Kurd, Tirkmen, Xirîstiyan, Êzidî, Ereb û hemû pêkhateyên Kurdistanê divê di cilûbergên Pêşmerge de hêzekê bibînin ku parastina hemûyan dike.
Hevdem, hêza yekgirtî ya Pêşmerge beşek e ji sîstema parastinê ya Îraqa federal.
Xurtkirina şiyanên wê û bihêzkirina hevahengiya navbera Pêşmerge û artêşa Îraqê, di xizmeta asayîşa Herêma Kurdistanê û tevahiya Îraqê de ye û şiyana me ya hevbeş ji bo rûbirûbûna terorê û parastina asayîş û aramiya hemû Îraqê zêde dike.
Ji ber wê jî em li vir careke din daxwazê ji hikûmeta Îraqa federal dikin ku li gorî destûr û qanûnê ligel Pêşmerge tevbigere û erk û pabendiyên xwe li hemberî Pêşmerge bicih bîne û hemû maf û şayisteyên wî garantî bike.
Her di vê boneyê de spasiya welatên dost ducare dikin: Amerîka, Hevpeymaniya Navneteweyî û hemû wan welatên dost ku di şerê dijî DAIŞê de li gel me rawestiyan, piştre jî di warê meşq, çaksazî, rêkxistin û yekxistina Hêzên Pêşmerge de alîkarê me bûn û bi me re gelek westiyan û li ber xwe dan.
Spas û pêzanîn ji bo Brîtanya, Almanya, Hollanda, Îtalya û Fransayê. Dostên me gelek tişt pêşkêş kirine û em piştgirî û hevkariya wan gelekî bilind dinirxînin.
Lê serkeftina vê pêvajoyê beriya her tiştî pişt bi îradeya me bi xwe ve girêdayî ye.
Tiştê ku îro em gihiştinê berhema hevkarî, îrade û berpirsyariyeke niştimanî ya Kurdistanî ye.
Loma spasiya Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê dikim ji bo biryar û îradeya wan a siyasî ji bo serxistina vê pêvajoyê.
Spasiya erk û hewldan û piştgiriya berdewam a birayê min ê birêz Kak Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dikim ku hemû hewldanên xwe da di van çend salan de da ku pêvajo bi rêkûpêkî bi pêş ve biçe û yek bigire.
Spasiya hewldanên birayê min ê birêz Kak Qubad Talebanî, Alîkarê Serokwezîr dikim, spasî û destxweşî li tîmên me yên li Serokatiya Herêmê, li Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikim, spas ji bo birêz Şêx Cefer Şêx Mistefa Alîkarê Serok, birêz Kak Mistefayê Seyid Qadir alîkarê Serokê Herêma Kurdistanê ji bo erkên wî di wê serdema ku Wezîrê Karûbarên Pêşmerge bû.
Spasî û destxweşî ji bo birêzan Wezîr û Wezareta Karûbarên Pêşmerge, fermandar, efser, lîjne û tîmên ku bi dirêjahiya van salan bi dilsozî, bi wefadarî kar kirine, ligel hemû wan aliyên ku beşdar bûn di gihiştina vê qonaxê de.
Pêşmergeyên qehreman,
Îro berpirsyariya we ya herî mezin dest pê dike. Dema cilûbergên Pêşmerge li xwe dikin, êdî hûn pêşmergeyê Kurdistanê ne. Vê yekrêziyê biparêzin.
Nehêlin nakokiyên siyasî bibin kelem di navbera we de. Rê nedin ti girêdanekê ku ji hevsengiya we, ji sazî û erkê we bihêztir be.
Gelê Kurdistanê baceke mezin daye di oxira azadî, asayîş û rûmeta xwe de û Pêşmerge her tim pêşengê vê qurbanîdanê bûye.
Her di vê boneyê de bi rêz û hurmet ve hemû wan pêşmergeyên qehreman bi bîr tînin ku di oxira azadiyê de û ji bo parastina Kurdistanê canê xwe bexşîn. Silav û rêz ji bo malbat û kesûkarên wan ên serbilind û xweragir dişînin.
Silav li şehîdên zindî, ew pêşmergeyên qehreman ên di bereyên parastinê de ji bo parastina Kurdistanê birîndar bûn. Silav û rêzê ji wan re dişînin û bi rêz li qurbanîdana wan dinêrin.
Silav li hemû pêşmergeyên qehreman ên Kurdistanê û li fermandarên wan.
Silav ji bo giyanê pak ê hemû şehîdên Kurdistanê."
Gelek spas ji bo we hemûyan.
Dixwazim di dawiyê de spasiya birayê min ê birêz Kak Mesrûr bikim ku îro pîrozbahiya roja jidayikbûnê li min kir, gelek spas û sax bin.
Mesrûr Barzanî: Ev rojeke dîrokî ye û me soza xwe bi cih anî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di axaftina xwe de ev roj wekî "Rojeke dîrokî ya ji bo Pêşmerge û gelê Kurd" pênase kir.
Mesrûr Barzanî diyar kir ku yekkirina hêzan yek ji sozên sereke yên bernameya Kabîneya 9em bûye.
Wî da zanîn ku ew piştî kar û hewldanên zêde îro berhema wê dibînin.
Serokwezîr pesnê rola Serok Barzanî ya di serxistina çaksaziyê de da.
Wî her behsa qala hewldanên berdewam ên Nêçîrvan Barzanî û Qubad Talebanî yên ji bo piştgirîkirina Wezareta Pêşmerge kir.
Mesrûr Barzanî daxuyand, "Gelekî girîng e ku di qonaxa bê de Hêzên Pêşmergeyan werin pirçekkirin da ku wekî hêzeke niştimanî ya parêzvanê ewlehî û bihevrejiyana Herêma Kurdistanê bimînin."
Wî di heman demê de qala hevahengiya berdewam a di navbera artêşa Îraqê û Hêzên Pêşmergeyan a ji bo parastina aramiyê kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî wiha axivî:
"Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Birêz Kak Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, Birêz Ebdulemîr Şemerî Birêvebirê Ofîsa Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê, Mêvanên birêz,
Îro ji bo Kurdistanê û ji bo Pêşmergeyan rojeke dîrokî ye. Ji bo min bi xwe jî rojeke gelekî taybet e.
Ji roja yekem a destbikarbûna me ya wekî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di bernameya Kabîneya Nehem a Hikûmetê de, me soz da.
Me soz da ku em dê bi hemû şiyana xwe, ji bo yekkirina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bixebitin.
Ji ber vê yekê di 4 salên borî de, di bin rêberî û çavdêriya rasterast a Cenabê Serok Barzanî de me xebat kir.
Bi alîkarî û piştgiriya birêz Kak Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û dostên me yên li Amerîkayê û Hêzên Hevpeymanan me ev kar kir.
Piştî gelek civîn, xebatên giran û bêrawestan, me karî bigihêjin vê qonaxa niha. Îro em yekkirina hêzên Pêşmergeyan radigihînin.
Di çarçoveya lihevtêgihiştina hevbeş a di navbera Wezareta Şer a Amerîkayê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, pêvajoya yekkirin û rêkxistina hêzên Pêşmergeyan di nava 4 salan de bi serkeftî bi dawî bû.
Li vir ez bi pêwîst dizanim, bi rêz û pêzanîneke mezin, amaje bi rola girîng û piştgiriya Cenabê Serok Barzanî bikim.
Wî her tim wekî rêberekî niştimanî û serokekî Pêşmerge, hemû jiyana xwe di xema xizmetkirina Pêşmerge û Kurdistanê de derbas kiriye.
Wî xebateke berdewam kiriye da ku nav û rûmeta Pêşmergeyan bilind û parastî be. Her wiha ji nêz ve çavdêriya pêvajoya yekkirina Pêşmergeyan kiriye.
Her wiha ez spasiyeke taybet a piştgiriya berdewam a birayê xwe yê birêz Kak Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê dikim. Rola wî ya bibandor di serkeftina çaksaziyan de hebû.
Ez spasiya birêz Kak Qubad Talebanî Alîkarê Serokwezîr dikim ku hevkar û hevaheng bû ji bo serxistina pêvajoya çaksaziyê û biencamanîna wê.
Her wiha spas û pêzanîneke mezin ji bo dostên me yên li Amerîkayê û hemû Hêzên Hevpeymanan. Ji bo hemû alîkarî û piştgiriya wan a di salên borî de.
Bêguman piştgiriya wan, roleke sereke di têkbirina terorîstên DAIŞê ji aliyê Pêşmergeyan ve heye.
Her wiha di encamê de di parastina ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê de jî roleke wan a sereke hebûye.
Spas ji bo birêzan Kak Şoriş Îsmaîl Wezîrê Pêşmerge, Kak Ebdulxaliq Babîrî Birîkarê Wezaretê, Kak Îsa Uzêr Serokerkan.
Spas ji bo hemû berpirs û pileyedarên wezaretê û fermandarên Pêşmergeyan û hemû Pêşmergeyên qehreman.
Ji bo westiyan û hewldanên wan ên serxistin û encamdana pêvajoya yekkirina hêzên Pêşmergeyan. Ez destxweşiyê li wan dikim û ji wan re serkeftinê dixwazim.
"Pêşmerge sembola têkoşîn û qurbaniyê ye"
Birêzan:
Ev yekkirin, qonax û gava yekem a pêvajoyeke dûr û dirêj e. Her çi qas ev yekbûn girîng be jî, lê qonaxa dabe gelekî girîngtir e.
Ew jî qonaxa bipêşxistina şiyanan û pêşxistina piralî ya Pêşmerge ye. Bi taybetî şiyanên mirovî û bilindkirina asta perwerdeya fîzîkî û hişyariya Pêşmergeyan li gorî pîvan û standardên leşkerî yên navneteweyî.
Da ku wekî hêzeke niştimanî, pîşeyî, rêkxistî û yekgirtî be divê di asta erk û berpirsyariya xwe ya girîng û niştimanî de be ji bo rûbirûbûna pirsgirêkan û parastina asayîş û aramiya Herêma Kurdistanê.
Pêşmerge ne tenê hêzeke çekdar a leşkerî ye. Belkî sembola xebat û qurbaniyan e. Nasnameya têkoşîna xelkê Kurdistanê ye û cihê rûmet û serbilindiya her Kurdistaniyekî ye.
Wêrekî û canfîdayiya Pêşmergeyan, rûmet û serweriyeke mezin daye hêza Pêşmergeyan.
Ev yek di parastina mafên rewa yên xelkê Kurdistanê bi hemû pêkhateyên wê yên cihêreng, têkbirina terorîstan û berevaniya li nirxên bilind ên azadî, demokrasî û bihevrejiyana aştiyane ya Herêma Kurdistanê de diyar e.
Îro jî Pêşmerge, wekî hêzeke destûrî û beşeke girîng a pergala parastinê ya Îraqê, garantorê parastina aştî, ewlehî û aramiya Îraq û Herêma Kurdistanê ye.
Ji ber vê yekê, li vir em tekezî li ser girîngî û pêwîstiya xurtkirina hevkarî û hemahengiya ewlehî û leşkerî ya di navbera hêza Pêşmergeyan û artêşa Îraqê de dikin. Ev yek ji bo parastina zêdetir a aramiya Îraqê ye.
Di vî warî de em amadebûn û piştgiriya xwe ji bo Serokwezîrê Federal û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê birêz Elî Zeydî ducare dikin.
Ev jî ji bo xurtkirina hevkariya di navbera hêza Pêşmergeyan û artêşa Îraqê de ye.
"Divê mûçeyên Pêşmerge bi yên artêşa Îraqê re bibin yek"
Em hêvîdar in Hikûmeta Federal hevkar û alîkarê me be ji bo ku mafên Pêşmergeyan parastî bin.
Divê mûçe û mafên wan ên darayî li gel hevtayên wan ên di artêşa Îraqê de werin yekkirin û heman mafên wan hebin.
Çimkî li gorî destûrê, Pêşmerge beşek e ji pergala berevaniya Îraqê. Pêwîst e mafên wan ên destûrî û darayî di vê çarçoveyê de bin.
Amadebûyên birêz:
Hûn bi xwe dizanin ku yekkirina hêzên Pêşmergeyan, daxwaza me ya ji mêj ve ye û daxwaza her Kurdistaniyekî niştimanperwer e.
Xweşbextane îro em bi ser ketin û hemû hêz xistin bin sîwana Wezareta Pêşmerge.
Di çarçoveya yek heykeleke leşkerî ya modern de, di warê operasyon, perwerde û rahênan, serkirdayetî, kontrol, ragihandin û hejmariyê de, bûn hêzeke yekgirtî.
Bêguman alîgirî û girêdayîna siyasî û partiyî, mafekî rewa û asayî yê her kesî ye. Lê divê alîgirî û girêdayîna niştimanî û Kurdistanî, bibe pîvan ji bo Pêşmergeyan.
Pêwîst e di bin çavdêriya Wezareta Pêşmerge de, pêbendî biryarên serdeste xwe bin li gorî pileyedarî û zincîreya leşkerî.
Em dixwazin Pêşmerge bibe wê hêza niştimanî û Kurdistanî ku di ser hemû berjewendiyên partiyî û kesî re be.
Nabe Pêşmerge ji bo çareserkirina nakokî û hevrikiyên navxweyî û partiyî were bikaranîn.
Berovajî vê yekê, divê armanca yekem û dawî ya Pêşmerge parastina xelk û xaka Kurdistanê be bêyî ti cudakariyê.
Wekî her tim jî, divê li Îraq û herêmê bibe faktora aştî, aramî û ewlehiyê.
Di dawiyê de, ez pîrozbahiyê li hemû xelkê Kurdistanê ji bo vê destkefta dîrokî dikim.
Ez hêviya tenduristî, serbilindî û bipêşketina berdewam ji bo pêşmergeyên me yên qehreman dixwazim.
Em serê xwe bi rêz û rûmet ji bo şehîdên xwe ditewînin. Rêz û pêzanîna me ji bo qurbaniyên malbatên serbilind ên şehîdên Pêşmerge heye.
Her wiha ji bo xebat û têkoşîn û westiyana pêşmergeyên birîndar, xwedî pêdiviyên taybet û Pêşmergeyên xanenşîn.
Xwedayê mezin Pêşmerge û Kurdistanê ji hemû şer, nexweşî û nehematiyan biparêze.
Wezîrê Pêşmergeyan yê Herêma Kurdistanê Şoriş Îsmaîl ragihand ku wan bi îradeyeke niştimanî ya xurt hemû astengî derbas kirine û got:
"Em ji hemû cîhanê re radigihînin ku pêvajoya yekkirina Hêzên Pêşmerge gihişte dawiyê û me serkeftineke dîrokî tomar kir.
Yekkirina Pêşmergeyan destkeftekî neteweyî ye û em hemû pê serbilind in."
Wezîrê Pêşmergeyan diyar kir ku tevî hewldanên neyaran ên ji bo têkbirina destkeftiyên Kurdan jî hewldana hevpar a saziyan serkeftin bi dest xist.
Wî ji ber piştgiriya wan a berdewam a di vê pêvajoyê de spasiya Serok Barzanî û Bafil Talebanî kir.
Şoriş Îsmaîl her wiha got:
"Nêçîrvan Barzanî her tim wekî sîwaneke komker û piştgirekî xurt ê Wezareta Pêşmerge bûye.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Alîkarê Serokwezîr Qubad Talebanî jî bi piştgiriya xwe ya berdewam ji bo bicihanîna vê çaksaziya bingehîn alîkar bûn."
Axavtina Wezîrê Pêşmergeyan Şoriş Îsmaîl wiha ye:
"Bi navê Xwedayê mezin û dilovan.
Birêz Kak Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Pêşmergeyan,
Birêz Kak Mesrûr Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê,
Birêz Kak Qubad Talebanî, Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê,
Birêzan Kak Şêx Cefer û Kak Mistefa Seyîd Qadir, Alîkarên Serokê Herêmê,
Birêz Ebdulemîr Şemerî, Nûnerê Serokwezîrê Îraqê Birêz Elî Zeydî,
Konsul, dîplomat, nûnerên welatên hevalbend û şêwirmendên leşkerî yên Hevpeymaniya Navneteweyî
Efser, fermandarên payebilind ên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û amadebûyên hêja...
Ez silava Hêza Pêşmergeyên Yekgirtî ya Kurdistanê pêşkêşî we dikim.
Îro em li beramberî kêliyek gelekî taybet, dîrokî û pir ji destkeft in ji bo gelê me û Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê.
Îro ew roj e ku xewna me û çendîn nifşên azadîxwaz ên Kurdistanê, daxwaza şehîdên rêya azadiyê û xwesteka rewa ya hemû xemxwiran dibe rastiyeke berxwedan û bihêz.
Bi serbilindiyeke mezin û emaneteke dîrokî ve, em ji hemû cîhanê, gelê xweşewîst ê Kurdistanê, Hêza Pêşmerge û malbatên serbilind ên şehîdan re radigihînin: Pêvajoya yekkirina temam a Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li jêr sîwana niştimanî û bi serkêşiya Wezareta Pêşmerge bi serkeftî û bi şêwazekî nûjen bi dawî bû.
Ez pîrozbahiyeke germ li hemû xelkê Kurdistanê, Pêşmergeyên leheng ên li çeperan û malbatên serbilind ên şehîdan dikim.
Artêşa yekgirtî ya Kurdistanê artêşa gel û niştiman e, parêzvana xelk û axa pîroz a Kurdistanê ye.
'Ji bo artêşeke neteweyî me dest bi reforman kir'
Serxistina vê pêvajoya neteweyî encama vîneke polayî bû.
Em di Wezareta Pêşmergeyan de ji roja yekem a wergirtina vê berpirsyariyê ve bi vîneke bilind û bi nexşerêyeke hûr, akademîk û serdemiyane ketin nav pêvajoya çaksaziyê.
Baweriya me ya temam heye ku Pêşmerge sermayeya neteweyî ya hemû xelkê Kurdistanê ye.
Pêwîst e ev sermayeya biqîmet êdî di nava artêşeke yekgirtî de cih bigire da ku her tim ji bo parastina axa Kurdistanê bimîne.
Rêya yekkirina Hêzên Pêşmergeyan rêyeke dijwar û tije astengî bû.
Me xwe li hemberî bi dehan astengiyên aloz dîtin, ji arîşeyên komkirî yên salên borî bigire heta digihîje astengiyên siyasî, herêmî û ewlehiyê.
Lê wekî tîmeke yekgirtî me karî hemû berbestan derbas bikin û serkeftineke dîrokî ji bo gelê Kurdistanê tomar bikin.
Hêza Pêşmergeyan di nava 11 firqeyan de hat organîzekirin
Me bi hezaran demjimêran civînên giran û xebatên berdewam pêk anîn, hem li nava wezaretê û hem jî bi hevalbendên navneteweyî re em hevaheng bûn.
Di encamê de me karî hemû Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di çarçoveya 11 firqeyên leşkerî, 2 hêzên piştgiriyê, lîwayeke komando û 2 deverên leşkerî de rêxistin bikin.
Bi vê gava dîrokî, Herêma Kurdistanê dibe xwediyê artêşeke nûjen, pîşeyî û neteweyî ku tenê û tenê li bin ala pîroz a Kurdistanê, bi yek fermande û biryara rasterast a Wezareta Pêşmergeyan erkên xwe bi cih tîne.
'Destkefta hemû neteweyekê ye'
Dema di sala 1976an de em bûn Pêşmerge û me berê xwe da çiyayan, xewna me artêşeke yekgirtî bû.
Ji bo gihîştina bi van armancan, gelê me rûbarek xwîn bexşî û bi sed hezaran ciwanên canfedayî canê xwe feda kir.
Eşkere ye ku neyarên van destkeftan zêde ne û çavê wan bi yekrêziya gelê me ranabe.
Ji ber vê yekê ez bangî her kesî dikim ku dûrî berjewendiyên kesane û partîtî, bi serbilindî li vê destkeftê binêrin û biparêzin.
Çimkî ev destkefta hemû neteweyekê ye û divê roj bi roj bihêztir bibe.
Peyama me ji bo cîhanê û Îraqa federal zelal e: Hêza Pêşmerge ya Yekgirtî ne tenê parêzvana Herêma Kurdistanê ye, belkî mertalê bihêz ê parastina aştî, aramî û rûbirûbûna terorê ye li tevahiya Îraq û herêmê.
Rola Serok Barzanî û Bafil Talebanî
Ez bi rêz û pêzanîneke kûr spasiya rola dîrokî ya Cenabê Kak Mesûd Barzanî, Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê û Cenabê Kak Bafil Talebanî, Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê dikim.
Ew her tim piştgirên bihêz ên Wezareta Pêşmergeyan bûn. Biryara wan a dîrokî stûna sereke ya derbaskirina astengiyên siyasî bû.
Bi heman awayî, ez rola bibandor a Kak Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Pêşmerge bilind dinirxînim ku di hemû qonaxên hestiyar de sîwana komker û piştgirekî mezin bû.
Piştgiriya berdewam a Serokwezîr Kak Mesrûr Barzanî û Alîkarê Serokwezîr Kak Qubad Talebanî jî piştek mezin a îdarî, yasayî û dabînkirina mûçe û mafên darayî yên Pêşmergeyan bû di vê kabîneyê de.
Spasiya Amerîka û Koalîsyonê
Ez bi pêwîst dizanim ku spasiya hevalbendên me yên navneteweyî bikim, bi taybetî Amerîka, Brîtanya, Almanya, Holenda û Îtalyayê.
Hebûna wan a li dîwana wezaretê, lîwa, fewc û navendên perwerdeyê de bêrawestan bû.
Piştgiriya wan a di warê rahênan, şêwirmendiya leşkerî, lojîstîk û alîkariya darayî de di serxistina vê armancê de roleke yekser lîst.
Em daxwazê ji wan dikin ku di vê qonaxa nû de jî piştgiriya xwe ya ji bo artêşa yekgirtî ya Kurdistanê bidomînin.
Banga aktîvkirina parlamentoyê û kabîneya nû
Hêvîdar im di demeke kurt de Parlamentoya Kurdistanê were aktîvkirin û Kabîneya 10an a Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêk were da ku ev destkefta neteweyî bi rêya derxistina yasa û rêzikên pêwîst zêdetir were bihêzkirin û pêdiviyên Pêşmerge bên dabînkirin. Em vê emaneta pîroz radestî kabîneya nû dikin.
Di dawiyê de, ez spasiya tîma Wezareta Pêşmergeyan, efser û fermandaran dikim, bi taybetî Birêkarê Wezaretê Kak Ebdulxaliq Babîrî, Sererkan Îsa Uzêr, Emîndarê Giştî Bextiyar Mihemed û fermandarên deveran Omer Salih û Necat Elî.
Şehîdên Kurdistanê namirin
Bila her bilind be ala pîroz a Kurdistanê
Serkeftin ji bo Hêza Pêşmergeyên Yekgirtî ya Kurdistanê
Gelekî spas."
Fesixkirina fermandariyên partiyan û avakirina Devera 1 û 2yan
Kakilê vê çaksaziya bingehîn ew e ku Yekeya 80yî ya PDKyê û Yekeya 70yî ya YNKyê namînin.
Ev her du yeke vediguherin du fermandariyên leşkerî yên fermî bi navên "Devera 1" û "Devera 2".
Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Lîwa Bextiyar Mihemed ji Rûdawê re gotibû ku peykerê wezaretê bi temamî hatiye guhertin û wiha axivîbû:
"Hêzên Yekeya 80yî û Yekeya 70yî yên Pêşmergeyan bi navên Devera 1 û Devera 2yan dikevin bin banê Wezareta Pêşmergeyan.
Baregeha wan a yekem û dawî dê wezaret be. Ew êdî bi ser ti partiyê ve namînin."
Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge da zanîn ku ev peyrewa nû di warê îdarî, darayî û zincîreya fermandarî û kontrolkirinê de pêgeheke gelekî xurt dide hêzan.
Ev hêz dê li ser 10 fîrqeyên leşkerî yên rêkûpêk werin dabeşkirin.
Dîroka reform û rola Koalîsyonê
Rêkxistina Hêzên Pêşmergeyan rêyeke dûr û dirêj birî.
Di navbera salên 2010-2013an de nêzîkî 42 hezar Pêşmergeyên her du yekeyan xistin nava 14 lîwayên hevbeş.
Lê belê nakokiyên siyasî, derketina şerê DAIŞê ya di sala 2014an de û rûdanên Çiriya Pêşîn a 2017an bûn sedema sistbûna hewldanan.
Sala 2018an bi hevkariya Hevpeymaniya Navneteweyî (Koalîsyon) ya bi pêşengiya Amerîkayê projeyeke 35 xalî ji bo çaksaziya (reform) Pêşmergeyan hat dariştin.
Qonaxa yekem a pêvajoyê sala 2022yan dest pê kiribû.



