Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê di merasîma yekkirina fermî ya Hêzên Pêşmergeyan de ragihand ku pêwîstiya Kurdistanê bi yek hêz û yek fermande heye û got, "Êdî Pêşmerge ne hêza partiyê ye lê hêzeke Kurdistanî ye."
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê rêkxistina hêzên çekdar de axivî
Nêçîrvan Barzanî got, "Êdî ti hêzek li derveyî Wezareta Pêşmerge namîne û pêwîstiya Kurdistanê bi yek hêz û yek fermande heye."
Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir ku dibe ji vir û pê ve qonax dijwartir be ji ber wê jî "Em Pêşmerge dikin hêzeke yekgirtî ji bo parastina paşeroja Kurdistanê." Wî bi eşkereyî jî got:
"Ji vir û pê ve Pêşmerge ne hêza partiyê ye, belkî hêza Kurdistanê ye."
Her wiha di peyameke ku arasteyî Hêzên Pêşmerge kirî de, Nêçîrvan Barzanî ji wan re got, "Hûn hêza hemû Kurdistanê û hemû pêkhateyan in."
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî wiha axivî :
“Amadebûyî û mêvanên birêz, Pêşmergeyên qehreman, Rojbaş..
Hûn hemû gelekî bi xêr hatin.
Bixêrhatineke taybet li Fermandarê Yekem Ebdulemîr Şemerî, Birêvebirê Ofîsa Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Îraqê dikim ku li vir bi me re amade ye.
Amadebûna cenabê wî li vir, tekezîkirin e li ser girîngiya hevkariya di navbera artêşa Îraqê û Pêşmergeyan de, wekî beşek ji sîstema parastinê ya Îraqê, pir bi xêr hatî.
Gelek kêfxweş im ku îro di vê merasîmê de bi hev re ne ji bo ragihandina gava dawî ya yekgirtina Hêzên Pêşmerge û destbikarbûna fermandariya 1 û 2 ya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê.
Bi vê gava girîng, êdî ti hêz li derveyî peykerê Wezareta Kar û Barên Pêşmergeyan namîne.
Ev boneya hevdem e li gel salvegera çarem a îmzekirina lêtêgihîştina Wezareta Kar û Barên Pêşmergeyan û Wezareta Şer a Amerîkayê (Pentagon) ku çar sal berê di rojeke wekî îro de, 21ê Îlona 2022yan hat îmzekirin.
Spasiya piştgirî û hevkariya wan a berdewam dikim ji bo vê pêvajoyê û ji bo alîkariya Herêma Kurdistanê û Îraqê bi taybetî di şerê li dijî terorîstên DAIŞê de.
Berdewamiya van hewldanan jî vedigere sala 2016an, dema li ser destê cenabê Serok Mesûd Barzanî pêvajoya çaksaziyê di Wezareta Pêşmergeyan de dest pê kir.
Ev di demekê de bû ku Pêşmerge di bin fermandariya cenabê Serok de efsaneya DAIŞê têk dişkand, wekî çawa berê jî di sala 2014an de her bi fermana cenabê wî Pêşmerge çûn Kobaniyê da ku wê biparêzin û rûpeleke geş di dîroka gelê Kurdistanê de ji bo parastinê tomar kirin.
Ji ber wê jî ev boneyek e ku gelê Kurdistanê demeke dirêj e li bendê ye û bi salan e di oxira wê de me hemûyan kar kiriye.
Ev ne tenê guhertinek e di peyker û rêkxistinê de, an tenê veguhastina yekeyan ji pêkhateyekê ji bo pêkhateyeke din e, belkî pêngaveke niştimanî ya mezin e di karwanê avakirina saziyên Herêma Kurdistanê de.
Di salên borî de me berdewam gotiye: Pêwîstiya Kurdistanê bi yek hêz, yek wezaret û yek fermandariyê heye.
Me gotiye: Divê Pêşmerge hêzeke niştimanî dûrî destwerdan û nakokiyên partîtiyê be. Îro jî, em pêngaveke mezin ber bi bicihanîna vê armancê ve diavêjin.
Amadebûyiyên birêz,
Dema metirsî li ser Kurdistanê çêbû, cudahî di navbera pêşmergeyek û pêşmergeyekî din de, deverek û devereke din de nebû.
Di demên herî dijwar de, Pêşmerge di yek çeperî de rawestiyane, bi hev re qurbanî dane û xwîna wan di oxira parastina yek ax û yek gelî de têkilî hev bûye.
Tiştê ku li qadên cengê Pêşmerge kirin yek, divê îro di sazî, fermandarî û biryarê de jî wan bike yek.
Pêşmerge xwedî dîrokeke geş in. Loma îro em vê dîrokê û hemû van qurbaniyan di nava yek saziyeke niştimanî de kom dikin.
Dîrokeke ku çendîn nifşên Pêşmerge çêkirine, em dikin hêzeke yekgirtî ji bo parastina paşeroja Kurdistanê.
Wefadariya herî baş jî ji bo şehîdên me ew e ku qurbanîdana wan bikin bingeha bihevrejiyan û yekrêziya xwe ya navxweyî.
Birêzno,
Yekkirina Hêzên Pêşmerge ne dawiya vê pêvajoyê ye, belkî destpêka qonaxeke nû ye ku dibe ku dijwartir jî be.
Ji îro pê ve, divê ev yekrêzî di her tiştî de xuya bibe: di fermandarî û serkirdayetiyê de, di biryar û fermanan de, di meşq û rêkxistinê de, di maf û erkan de, di bilindkirina pileyên leşkerî û di baweriya leşkerî û dîsîplînê de.
Divê ji bo hemûyan zelal be ku saziya leşkerî nabe qada milmilaneyên siyasî.
Partî di hilbijartinan de hevrikiyê dikin, cudahî di bername, dîtin û helwestên wan de dê hebe, ev di her sîstemeke demokratîk de tiştekî gelekî asayî ye.
Lê divê Pêşmerge li ser hevrikiya partîtiyê bimîne, çimkî ne hêza partiyê ye, belkî hêza Kurdistanê ye.
Ji ber wê jî mezintirîn xizmeta ku em îro pêşkêşî Pêşmerge bikin ew e ku rêz li saziya wê bê girtin, daku erkên xwe yên pîşeyî û niştimanî bêyî destwerdana siyasî û partîtiyê bi cih bîne.
Serkeftina rasteqîn a yekgirtinê bi hejmara wan yekeyan nayê pîvandin ku hatine xistin bin sîwana wezaretê, belkî bi wê tê pîvandin ku her pêşmergeyek hest bike saziya wî Wezareta Karûbarên Pêşmerge ye, serkirdayetiya wî fermandariya leşkerî ya wî ye û hevsengerê wî di heman yekeyê de birayê erkê wî ye, bêyî guhdana wê yekê ku bi ser kîjan aliyî ve ye, an xelkê kîjan deverê ye.
Ev ew Pêşmerge ye ku gelê Kurdistanê dixwaze: Pêşmergeyekî pîşeyî, rêkxistî, hevçax, baş rahênankirî û pirçekkirî ku pabendî qanûn û saziyan be, cihê baweriya gelê xwe be û cihê rêza dostên xwe be.
Pêşmergeyên qehreman,
Hûn hêza hemû Kurdistanê û hemû pêkhateyên wê ne. Erkê we parastina asayîş, rûmet û jiyana hemû wan welatiyan e ku li ser vê axê dijîn, bêyî cudahî.
Kurd, Tirkmen, Xirîstiyan, Êzidî, Ereb û hemû pêkhateyên Kurdistanê divê di cilûbergên Pêşmerge de hêzekê bibînin ku parastina hemûyan dike.
Hevdem, hêza yekgirtî ya Pêşmerge beşek e ji sîstema parastinê ya Îraqa federal.
Xurtkirina şiyanên wê û bihêzkirina hevahengiya navbera Pêşmerge û artêşa Îraqê, di xizmeta asayîşa Herêma Kurdistanê û tevahiya Îraqê de ye û şiyana me ya hevbeş ji bo rûbirûbûna terorê û parastina asayîş û aramiya hemû Îraqê zêde dike.
Ji ber wê jî em li vir careke din daxwazê ji hikûmeta Îraqa federal dikin ku li gorî destûr û qanûnê ligel Pêşmerge tevbigere û erk û pabendiyên xwe li hemberî Pêşmerge bicih bîne û hemû maf û şayisteyên wî garantî bike.
Her di vê boneyê de spasiya welatên dost ducare dikin: Amerîka, Hevpeymaniya Navneteweyî û hemû wan welatên dost ku di şerê dijî DAIŞê de li gel me rawestiyan, piştre jî di warê meşq, çaksazî, rêkxistin û yekxistina Hêzên Pêşmerge de alîkarê me bûn û bi me re gelek westiyan û li ber xwe dan.
Spas û pêzanîn ji bo Brîtanya, Almanya, Hollanda, Îtalya û Fransayê. Dostên me gelek tişt pêşkêş kirine û em piştgirî û hevkariya wan gelekî bilind dinirxînin.
Lê serkeftina vê pêvajoyê beriya her tiştî pişt bi îradeya me bi xwe ve girêdayî ye.
Tiştê ku îro em gihiştinê berhema hevkarî, îrade û berpirsyariyeke niştimanî ya Kurdistanî ye.
Loma spasiya Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê dikim ji bo biryar û îradeya wan a siyasî ji bo serxistina vê pêvajoyê.
Spasiya erk û hewldan û piştgiriya berdewam a birayê min ê birêz Kak Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dikim ku hemû hewldanên xwe da di van çend salan de da ku pêvajo bi rêkûpêkî bi pêş ve biçe û yek bigire.
Spasiya hewldanên birayê min ê birêz Kak Qubad Talebanî, Alîkarê Serokwezîr dikim, spasî û destxweşî li tîmên me yên li Serokatiya Herêmê, li Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikim, spas ji bo birêz Şêx Cefer Şêx Mistefa Alîkarê Serok, birêz Kak Mistefayê Seyid Qadir alîkarê Serokê Herêma Kurdistanê ji bo erkên wî di wê serdema ku Wezîrê Karûbarên Pêşmerge bû.
Spasî û destxweşî ji bo birêzan Wezîr û Wezareta Karûbarên Pêşmerge, fermandar, efser, lîjne û tîmên ku bi dirêjahiya van salan bi dilsozî, bi wefadarî kar kirine, ligel hemû wan aliyên ku beşdar bûn di gihiştina vê qonaxê de.
Pêşmergeyên qehreman,
Îro berpirsyariya we ya herî mezin dest pê dike. Dema cilûbergên Pêşmerge li xwe dikin, êdî hûn pêşmergeyê Kurdistanê ne. Vê yekrêziyê biparêzin.
Nehêlin nakokiyên siyasî bibin kelem di navbera we de. Rê nedin ti girêdanekê ku ji hevsengiya we, ji sazî û erkê we bihêztir be.
Gelê Kurdistanê baceke mezin daye di oxira azadî, asayîş û rûmeta xwe de û Pêşmerge her tim pêşengê vê qurbanîdanê bûye.
Her di vê boneyê de bi rêz û hurmet ve hemû wan pêşmergeyên qehreman bi bîr tînin ku di oxira azadiyê de û ji bo parastina Kurdistanê canê xwe bexşîn. Silav û rêz ji bo malbat û kesûkarên wan ên serbilind û xweragir dişînin.
Silav li şehîdên zindî, ew pêşmergeyên qehreman ên di bereyên parastinê de ji bo parastina Kurdistanê birîndar bûn. Silav û rêzê ji wan re dişînin û bi rêz li qurbanîdana wan dinêrin.
Silav li hemû pêşmergeyên qehreman ên Kurdistanê û li fermandarên wan.
Silav ji bo giyanê pak ê hemû şehîdên Kurdistanê."
Gelek spas ji bo we hemûyan.
Dixwazim di dawiyê de spasiya birayê min ê birêz Kak Mesrûr bikim ku îro pîrozbahiya roja jidayikbûnê li min kir, gelek spas û sax bin.

.webp&w=3840&q=75)
