Li Qersê kesekî otomobîlek gulebaran kir: Miriyek û 3 birîndar hene

31-07-2023
RÛDAW
Nîşan Qers Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê kesekî gule li taksiyeke rêwiyan reşandin û di encamê de kesekî canê xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.

Li taxa Subatanê ya Qersê duh danê êvarê kesekî ku hîn nasnameya wî eşkere nebûye, bi çekê taksiyeke rêwiyan a ku sê bira tê de bûn gulebaran kir û ji cihê bûyerê reviya.

Di encamê de şofêrê taksiyê û her sê bira yên bi navê O.B, N.A.B, F.B. birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûne cihê bûyerê.

Tîman birîndar veguhestin Nexweşxaneya Dewletê ya Harakaniyê lê tevî hemû hewildanên bijîşkî O.B canê xwe ji dest da.

Êrişkar hîn nehatiye desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst