Qamişlo (Rûdaw) - Li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê, bi sedan kesan li dijî biryara hikûmeta Sûriyeyê ya derbarê sînordarkirina dersên Kurdî xwenîşandanek li dar xist.
Xelkê nerazîbûna xwe li hemberî plana hikûmetê nîşan da ku dersên Kurdî di hefteyê de tenê bi 3 demjimêran sînordar dike.
Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê 27ê Tebaxê biryar dabû ku li herêmên Kurdan dersa zimanê Kurdî di hefteyê de tenê 3 demjimêran were dayîn.
"Zarok nikarin yekser derbasî Erebî bibin"
Mamosteyên zimanê Kurdî vê biryarê qebûl nakin.
Ew dibêjin zarokan ji destpêkê ve bi Kurdî perwerde dîtiye û derbasbûna wan a ji bo zimanê Erebî gelekî zehmet e.
Mamosteya zimanê Kurdî Şîlan Hemoyê nerazîbûna xwe ya li hemberî vê biryarê anî zimên û got:
"Em daxwaz dikin ku ev biryara 3 dersan nemîne. Em wekî mamosteyên zimanê Kurdî vê yekê qebûl nakin.
Zarokê ku ji pêşdibistanê heta niha bi Kurdî xwendiye nikare bike Erebî. Zimanê Kurdî dê her tim hebe û dê her tim bimîne."
Mamosteyê zimanê Kurdî Dilyar Xelef jî bal kişand ser zehmetiyên vê biryarê û got:
"Ne sûcê me ye ku em Kurd çêbûne. Ev zarok hatine dinyayê û bi Kurdî diaxivin.
Dema diçin dibistanê her tişt dibe Erebî, ev gelekî zehmet e. Ez bi xwe mamoste me lê ez bi Erebî nizanim.
Dibe ku ez bikaribim bi hevalekî xwe yê Ereb re biaxivim lê ez nizanim bi Erebî binivîsim."
"Heta nefesa me hebe em dê daxwaza zimanê xwe bikin"
Di nav refên xwenîşanderan de zarok û xwendekar jî hebûn ku bi daxwaza parastina zimanê xwe tevlî çalakiyê bûbûn.
Du xwişkên bi navê Naya û Yara bi destên hev girtibûn, Alaya Kurdistanê xistibûn stûyê xwe û daxwaza mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê dikirin.
Naya Keleşê hestên xwe wiha anîn zimên:
"Heta piçek nefes di me de hebe em dê daxwaza zimanê Kurdî û daxwaza mafê xwe bikin.
Em Kurd in û serbilind in. Zimanê me rih, can, dîrok û hebûna me ye."
Xwendekar Yara Keleşê jî daxwaza zêdekirina dersên Kurdî kir û got:
"Em nabêjin em bi zimanê Erebî naxwînin lê em dixwazin zimanê Kurdî zêdetir be.
Bê zimanê me jiyan nabe. Yan jiyaneke azad yan mirineke bi rûmet! Bijî Kurd û Kurdistan!"
Dibistan vebûne lê perwerde dest pê nekiriye
Tevî ku 6ê Îlonê deriyên dibistanan li herêmê bi awayekî fermî hatibûn vekirin jî pêvajoya xwendinê hê jî dest pê nekiriye.
Li gorî agahiyan, li dibistanan xwendin ne bi Kurdî û ne jî bi Erebî dest pê kiriye û pirtûkên xwendinê jî heta niha ji Şamê negihîştine herêmê.
.webp&w=3840&q=75)

