Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Duzgun Kaplan, piştî ku komeke nêzîkî 200 kesan a bi navê "Mala Me" ji partiyê veqetiya daxuyaniyek da.
Kaplan ji bo kesên ku ji partiyê veqetiyane serkeftin xwest û da zanîn ku HAK-PARê heta niha 10 kongreyên mezin li dar xistine.
Wî bi bîr anî ku kadroyên birêvebiriyê di her kongreyê de li gorî îradeya delegeyan hatine nûkirin.
Kaplan diyar kir ku HAK-PAR heta niha bi 8 serokên cuda rêya xwe meşandiye û got:
"Bi 8 serokên giştî yên ku di nava gihîştineke demokratîk de peywir dewrî hevdû kiriye, partiyê yekîtî û yekparçeyiya xwe parastiye û rêya xwe domandiye."
Kaplan da zanîn ku her kesê bernameya partiyê qebûl bike û li gorî rêzikname û kevneşopiyên demokratîk bixebite, dikare bibe endamê HAK-PARê.
Wî destnîşan kir ku veqetîna ji partiyê jî mafê her endamî ye û pê de çû:
"Endambûn jî veqetîn jî maf e û rewa ye. Tevlîbûnên nû û veqetînên ji partiyan gelekî asayî ne."
"Em ji ber veqetînan xemgîn dibin"
Kaplan ragihand ku salên dawî eleqeya ji bo HAK-PARê zêde bûye û ew bi tevlîbûna endamên nû kêfxweş in.
Kaplan anî zimên, "Çi qasî em bi tevlîbûnên nû kêfxweş dibin, ew qasî jî em ji ber veqetîna ji partiyê xemgîn dibin."
Kaplan diyar kir ku rojên dawî komeke ji kadroyên kevn û xizmên wan bi rêya medyaya civakî îstifaya xwe ragihandiye û destnîşan kir ku amarên hatine eşkerekirin rastiyê nîşan nadin.
Kaplan li ser vê mijarê got, "Yên ku di pêşerojê de bi 400 navên sexte ultîmatom weşandin, îro jî bi heman zihniyet û şêwaza zêdegaviyê hejmar daxistine nîvî û dibêjin 200 kesan îstifa kiriye, ev cihê fikaran e."
"Sebireke mezin hat nîşandan"
Kaplan di daxuyaniya xwe de qala nakokiyên li gel hin kadroyên kevn ên partiyê jî kir.
Kaplan da zanîn ku ev kes nêzîkî 5 salan e di nav partiyê de "mixalefetê" dikin û îdîa kir ku wan îradeya kongreyê û organên hilbijartî yên partiyê nas nekirine.
Kaplan destnîşan kir ku navenda giştî ji bo çareserkirina pirsgirêkan a bi rêya diyalogê konferans, civînên berfireh ên endaman û kongre li dar xistiye lê tevî vê jî hinekan ev civîn boykot kiriye.
Her wiha da zanîn ku hin kadroyên kevn nav û amblema partiyê bi kar anîne, li ser medyaya civakî li dijî partiyê daxuyanî daye, hewl daye rêxistinên partiyê bêbandor bikin û bêbaweriyê di nav endaman de belav bikin.
Kaplan got, "Sebireke mezin hat nîşandan."
"Em dest ji pêkhateya xwe ya saziyî bernadin"
Kaplan destnîşan kir ku ew dest ji parastina pêkhateya saziyî ya HAK-PARê bernadin û bi bîr xist ku kongreyên 9emîn û 10emîn ên partiyê jî ev feraseta mixalefetê red kiriye.
Kaplan anî zimên, "HAK-PAR dê ji niha û pê de jî li dijî wan helwestên ku pêkhateya saziyî nas nakin û rê li ber kêfîbûn û genîbûnê vedikin, hestiyariya xwe ya bilind biparêze."
Kaplan got ku partî îradeya hevpar a wan kadroyan e ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd dimeşînin û got:
"Ti kes ji HAK-PARê mezintir nîne ku ew îradeya kolektîf a kadroyên xwedîezmûn, zana û berxweder e ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd didin ser milê xwe."
Kaplan li ser koma ku ji partiyê veqetiyaye got, "Em ji bo komek hevalên xwe yên berê yên ku biryarên kongre û organên hilbijartî nas nakin, bêdîsîplînî, kêfîbûn û rizînê teşwîq dikin û rêya xwe ji HAK-PARê cuda kirine, di rêya wan de serkeftinê dixwazin."
"Em ji bo HAK-PAReke bihêztir rêya xwe didomînin"
Kaplan her wiha bal kişand ser pirsgirêkên siyasî yên ku Tevgera Kurd pê re rûbirû ye.
Wî got ku haya wan ji wan polîtîkayan heye ku li gel "polîtîkayên mêtinger" li dijî gelê Kurd bi navê "entegrasyonê" dafik tên danîn û dibin sedem ku tevgera siyasî ya Kurd bêbandor û parçe bimîne.
Kaplan ragihand ku ew dê ji bo HAK-PAR bibe xwedî pergaleke birêxistinkirîtir, bidîsîplîntir û bihêztir xebatên xwe bidomînin û pê de çû:
"Ji bo têkbirina vê dafika mezin û ji bo HAK-PAReke birêxistintir, bidîsîplîntir û bihêztir ku ji bo mafên rewa û kolektîf ên gelê me têdikoşe, em her roj pêkhateya xwe ya saziyî bihêztir dikin û rêya xwe didomînin."
Kaplan daxuyaniya xwe bi van gotinan bi dawî kir ku kadroyên HAK-PARê dê "têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd" bi awayekî bihêztir bidomînin.
Çi bûbû?
Koma bi navê "Mala Me" ya ku ji nêzîkî 200 kesan pêk tê, 20ê Îlonê ragihandibû ku ew ji HAK-PARê veqetiyane.
Komê dabû zanîn ku sedema sereke ya veqetînê "feraseta birêvebirin û siyasetê" ya di nav partiyê de ye û eşkere kiribû ku tevî veqetîna ji HAK-PARê jî ew dê ji siyasetê venekişin.
.webp&w=3840&q=75)


