Hewlêr (Rûdaw) – Li Zirganê di êrişa Tirkiyeyê de şervanekî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) canê xwe ji dest da.
Droneke Tirkiyeyê li navçeya Zirganê ya li bakurê bajarê Hisîçayê yê Rojavayê Kurdistanê êrişî pêgeheke Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kir.
Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku êriş îro pêk hatiye û şervanekî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) canê xwe ji dest daye.
Tirkiyeyê gundên Rebîat, Xirbet Şeîr û Ebboşê yên li bakurrojavayê bajarokê Til Temirê jî topbaran kirine.
Artêşa Tirkiyeyê doh jî li Til Temirê embarên Um el-Kêf û gundê Gozeliyê yên li ser kêleka Rêya M4ê topbaran kiribûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse