Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî rewşa siyasî ya Îraqê ya piştî sala 2003yan bi bîr anî û got, “Divê hemû alî vegerin ser peymana sereke.”
Serok Mesûd Barzanî îro bi serok û endamên Encûmena Parêzgeha Selahedînê re civiya.
Di civînê de tekezî li ser biratiya pêkhateyan û girîngiya bicihanîna Destûra Îraqê hat kirin.
Şandeya mêvan ji ber salvegera 80yî ya damezirandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) pîrozbahî li Serok Barzanî kir.
Wan rola wî ya dîrokî ya di avakirina "Îraqa nû" de bilind nirxand.
Spasiya Pêşmergeyan kir
Endamên Encûmena Selahedînê spasiya Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê kir.
Wan anî zimên ku di dema êrişên DAIŞê de, deriyên Herêma Kurdistanê ji bo koçberên parêzgeha wan hatine vekirin.
Şandeyê ev helwest wekî "nimûneya bilind a mirovdostî û biratiyê" pênase kir.
Her wiha qurbaniyên ku Hêzên Pêşmergeyan ji bo ewlehiya herêmê û parastina pêkhateyan dane, bilind hatin nirxandin.
Şandeya mêvan xwest ku hevahengiyeke xurt di navbera yekîneyên îdarî yên parêzgeha Selahedînê û parêzgehên Herêma Kurdistanê de hebe.
Bi gotina wan, bi vî awayî ew dê karibin ji tecrubeya serkeftî ya avadankirin û îdarî ya Herêma Kurdistanê sûdê wergirin.
"Destûra Îraqê nexşerê ye"
Serok Barzanî bi germî xêrhatina şandeyê kir.
Serok Barzanî destxweşî li wan kir ji bo wê hevahengî û bihevrejiyana ku di navbera pêkhateyên neteweyî û olî yên Selahedînê de heye.
Serok Barzanî kurteyek ji dîroka tevgera rizgarixwaz a Kurdistanê pêşkêş kir û tekez kir ku biratî û wekhevî, bingeha jiyana li Îraqê ye û got:
"Spas ji bo Xwedê, rejîmên berê yên Îraqê nekarîn nakokiyên siyasî yên gelê Kurdistanê yên bi hikûmetan re, bikin nakokiyên navbera gelên Îraqê.
Biratiya me ya bi gelê Ereb û pêkhateyên din re her dem mayînde ye."
Serok Barzanî li ser rewşa siyasî ya Îraqê ya piştî sala 2003yan jî destnîşan kir ku divê hemû alî vegerin ser peymana sereke û got:
"Destûra Îraqê nexşerêyeke guncaw e ji bo çareserkirina hemû wan pirs û astengiyên ku niha hene."
Serok Barzanî di dawiya civînê de, bersiv da pirs û têbîniyên endamên encûmenê yên li ser rewşa siyasî, ewlehî û îdarî ya herêmê û nêrînên xwe yên ji bo paşerojeke aramtir parve kirin.



