Platforma Zimanê Kurdî: Pirsa ziman û nasnameyê îro bûye pirsa man û nemanê

30-12-2023
RÛDAW
Nîşan Platforma Zimanê Kurdî Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Platforma Zimanê Kurdî bi peyamekê sala nû pîroz kir û got, “Pirsa ziman û nasnama Kurdan li seranserê welatê me îro bi rastî bûye pirsa man û nemanê.”

Platforma Zimanê Kurdi di peyama xwe de ji hemû Partiyên Kurdan dixwaze ku kesên karibin bi Kurdî binivîsînin, bixwînin û biaxivin bikin berbijêrên şaredariyan.

Platforma Zimanê Kurdi got, “Hemû partiyên Kurdan ji bo pêşxistina ziman, nasname û kultura Kurdî divê bernameyên şênber pêşkeşî gelê Kurd bikin.

Bila pirsa ziman, nasname û kultura Kurdî di hilbijartina heremî de bi zelalî dîtbartir bibe. Bila daxwaz û hişmendiya zimanê Kurdî, di qada siyasî de her li pêş be.”

Platfom herwiha ji bo ku hişmendî û hestyariya zimanê Kurdî bilind bibe, bangî hemû Kurdan dike ku her malbateke Kurd bi kêmasî ferhengên Kurdî, romanên Kurdî, pirtûkên helbest û çîrokên Kurdî, lêkolînên zanistî û dîroka Kurdî di mala xwe de vehewînin.

Peyama Platforma Zimanê Kurdî wiha ye:

“Platforma Zimanê Kurdî sersala mîladî ya hemû Kurdan pîroz dike. Tê zanîn ku hemû kes, komik, gel û neteweyên li dinyayê sersala xwe li gorî daxwaz û bendemayên xwe pîroz dikin.

Baş diyar e ku sersal pîrozkirin bûye wekî kevneşopiyekê û ev kevneşopî her sal dubara dibe.

Mebesta vê pîrozkirinê hertim bi daxwaza aşîtî, bextewarî, dadwerî, aramî û kêfxweşiyê bi dawî dibe lê daxwazên ku tên pêşkêşkirin û rastiyên civakan jî qet li hevdû nakin.

Bi taybet ji bona miletê Kurd ev daxwaz û bendemayên Kurdan heta niha bicih nehatine. Sersal her gav xwe dubare dike û pirsgirêkên Kurdan ên ziman, kultur û nasnamê jî her sal hîna girantir dibin.

Pirsa ziman û nasnama Kurdan li seranserê welatê me îro bi rastî bûye pirsa man û nemanê.

Em dizanin ku di meha Adara 2024an de dê hilbijartinên heremî werin lidarxistin. Ji bo miletê Kurd ev hilbijartina heremî dê teqez helwest û rengê Kurdan bide der.

Em weke Platforma Zimanê Kurdi ji hemû Partiyên Kurdan daxwaz dikin ku li seranserê welatê me namzetên şaredarîyan û meclîsên bajaran hemû jî karibin bi Kurdî binivîsînin, bixwînin û biaxivin.

Bila di xebatên siyasî de zanîna zimanê Kurdî bibe pîvaneke siyasî. Divê em zanibin ku zimanê Kurdî hebûna me ye.

Hemû Partiyên Kurdan ji bo pêşxistina ziman, nasname û kultura Kurdî divê bernameyên şênber pêşkeşî gelê Kurd bikin.

Bila pirsa ziman, nasname û kultura Kurdî di hilbijartina heremî de bi zelalî dîtbartir bibe. Bila daxwaz û hişmendiya zimanê Kurdî, di qada siyasî de her li pêş be.

Ji bo ku hişmendî û hestyariya zimanê Kurdî bilind bibe, em bangî hemû Kurdan dikin, bi mebesta pîrozkirina sersala 2024an de bila her malbateke Kurd bi kêmasî ferhengên Kurdî, romanên Kurdî, pirtûkên helbest û çîrokên Kurdî, lêkolînên zanistî û dîroka Kurdî di mala xwe de vehewînin.

Bila şênber li ber çavê mezin û biçûkan pirtûkên Kurdî hebin. Bila her kesekî Kurd malperên, ajansên, kanalên an ji rojnameyên Kurdî bişopîne.

Bila zarokên ku ji sersala 2024 û pê de ji dayîkên xwe re çêbûnê, navên wana bi Kurdî bin.Bila çalakvanên Kurd xwe tekez fêrî qerf û henekên Kurdî bikin.

Stranên Kurdî jiber bikin, li filmên Kurdî temaşe bikin. Sersala hevdû jî bi Kurdî pîroz bikin, û hw.

Kurdino! Weke her sal, sersala we pîroz be lê bila Zimanê Kurdî ji malbata we qet bidûr nekeve! Ji ber ku zimanê Kurdî hebûn û rûmeta Kurda ye, ronîya çavê me ye, taca serê Kurda ye.

Bi dildarî û baldarî li Zimanê Kurdî miqatebin, zimanê Kurdî bikin beşek jî nasname û jiyana xwe!

Em hergav bi şanazî dibêjin, Em Kurd in, zimanê me Kurdiye û welatê me jî Kurdistan e!”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst