Hevşaredarên Panosê vegeriyan ser karê xwe

30-11-2023
RÛDAW
Nîşan Şaredariya Panosê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokên Şaredariya Panosê Emrah Kiliç û Muşeref Geçer vegeriyan ser karê xwe.

Hevserokên Şaredariya Panosê Emrah Kiliç û Muşeref Geçerê, 9ê Hezîranê bi “hinceta gendeliyê” hatibûn desteserkirin û 12ê Hezîranê hatibûn girtin.

Piştî ku hatibûn girtin her du hevserok ji kar hatibûn dûrxistin.

Piştî ku Emrah Kiliç û Muşeref Geçer ji kar hatin dûrxistin Encûmena Şaredariyê ji bo hilbijartina şaredarê nû hilbijartin kir û endamê HDPyê Şahîn Savci ji 18 dengan 14 deng wergirtin û wekî Şaredarê Panosê hat hilbijartin.

Emrah Kiliç û Muşeref Geçer 6ê Îlonê ji girtîgehê hatin berdan. Emrah Kiliç û Muşeref Geçer îro careke din wekî hevserokên şaredariyê dest bi kar kirin.

Emrah Kiliç li şaredariyê ji medyayê re axivî û ragihand, ew ji ber sedemên siyasî hatin girtin lê “tohmeta gendeliyê” li wan hat kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst