DÊREZOR – Li baregeha Amerîkayê teqîn!

30-10-2023
Nîşan Dêrezor Amerîka Baregeha Leşkerî Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Dêrezorê li baregeheke leşkerî ya Amerîkayê teqînek çêbû.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, vê teqînê şeva borî li baregeha Zeviya El-Omerê rû daye ku li rojhilatê Sûriyeyê ye.

Heta niha li ser sedema wê teqînê û encamên wê ti daxuyanî nehatine dayîn.

Li aliyê din, doh jî li baregeha Şedadê ya hêzên Amerîkayê ya li Hesekê jî teqînek çêbûbû.

Herwiha Rewangeha Sûriyeyê ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku di 8 rojên borî de, grûpên ser bi Îranê vê, li Sûriyeyê 7 caran êrişî baregehên Amerîkayê û Hevpeymaniya Navdewletî kiriye.

Piştî şerê Hemas û Îsraîlê gelek caran êrişî baregehên Amerîkayê yên li Îraq û Sûriyeyê tê kirin.

Rayedarên Amerîkayî destnîşan dikin ku Îran bi rêya milîsên xwe hewl dide êrişî hêzan wan ên li Rojhilata Navînê bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst