Çima HAKPAR û HUDAPAR beşdarî Platforma Zimanê Kurdî nebûn?

31-10-2018
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Bi beşdariya 9 rêxistin û partiyan Platforma Zimanê Kurdî hat ragihandin
Bi beşdariya 9 rêxistin û partiyan Platforma Zimanê Kurdî hat ragihandin
Nîşan Platforma Zimanê Kurdî HAKPAR HUDAPAR
A+ A-

Amed (Rûdaw) -  Platforma Zimanê Kurdî ku bi beşdariya 9 partiyên Bakur pêk hat, ji bo ku zimanê kurdî di nava bazarê de geş bike dê kar û xebatan bike.


HAK-PAR û HUDA-PAR ne tê de hemû partiyên kurdî di vê platformê de cih digrin. Ji ber ku platformê ew venexwandine HUDA-PAR li derveyî vê platformê maye. Lê HAK-PAR jî bi hinceta ku pêşvebirina ziman ji partiyan zêdetir karê akademîsyen û saziyên sivîl e, di vê platformê de cih negirt. Platforma ziman dê di 10-11ê cotmehê de komxebatek li dar bixe û bang li dewletê bike ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî.


Li Amedê bi beşdariya 9 partiyan ji bo pêşvebirina zimanê kurdî di nava bazarê de Platforma Zimanê Kurdî hate avakirin.


Di serî de HDP û DBP, partiyên weke PAK, PSK, OSP, Partiya Însan û Azadiyê, PDK Tirkiye, PDK Bakur û Hereketa Azadiyê jî di nava vê platformê de cih digrin.


Rêveberên PDK Tirkiyeyê dibêjin ew ê dixwazin zimanê kurdî li Tirkiyê bibe zimanê duyemîn ê fermî û bi avakirina platformê re ew ê hewl bidin hişmendiya bikaranîna zimanê kurdî di nava bazarê de jî geş bikin.


Derbarê vê mijarê de Alîkarê Serokê Giştî yê PDK-Tê Şerefxan Cizîrî ji Rûdawê re wiha got: “Em dê di 10 û 11ê cotmehê de komxebateke ziman çêkin. Em ê bixwazin ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî. Li tenişta tirkî bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî. A duyemîn jî em dixwazin bibe zimanê perwerdehiyê. Ji destpêka dibistana seretayî heta zanîngehan.”


Endamên Platforma Ziman hewl dan ku Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) jî di nava vê platforma hevpar de cihê xwe bigre. Lê HAK-PARê ev bang red kir. Li gorî HAK-PARê pêşvebirina zimanê ne karê partiyan e, divê zêdetir sazî û dezgehên sivîl bi vê mijarê re eleqedar bibin.


Li ser vê mijarê Seroka HAK-PARê ya Amedê Berîn Eren jî wiha axifî: “Niha xebatên me bixwe hene. Xebatên me yên birêxistinkirinê hene. Ji ber vê yekê em tevli platformên wiha nabin. Sedema wê jî ev e; li gorî baweriya me divê akademîsyen, komele, sazî û dezgehên sivîl li ser ziman nîqaş bikin. Ev mijara wan e. Lê helbet em di polîtîkaya xwe ya partiyê de pir girîngî didin ziman.”


Partiya Doza Azad “HUDA-PAR” ku di bernameya xwe de nivîsandiye divê zimanê kurdî jî weke zimanê tirkî bibe zimanê fermî di vê platformê de cih nagire. Platformê ji bo beşdariya vê partiyê heta niha tu bangewaziyek lê nekiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst