Goran postê Parêzgariya Silêmaniyê werdigire

30-10-2017
Nîşan Tevgera Goran Silêmanî Parêzgarî Post
A+ A-

Silêmanî (Rûdaw) – Tevgera Goran amadekarî dike ji bo wê yekê ku postê parêzgariya Silêmaniyê ji Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) werbigre.

 

Piştî ku Barzanî daxwaz kir ku dema serokatiya wî neyê dirêjkirin û desthilatên wî jî bi ser Serokatiya Parlementoyê, Encumena Wezîran û Encumena Dadwerî de were dabeşkirin, berpirsekî Tevgera Goranê diyar kir: “Ew post mafê me ye û emê werbigrin, Dr. Heval Ebûbekir jî dê bibe Parêzgarê Silêmaniyê.”

 

Li gor birgeya 3 ya madeya 18 a ji yasaya jimareya 3 ya sala 2009an a parêzgehên Herêma Kurdistanê, ji bo destbikarkirina parêzgar, pêwîst e nivîsa herêmî ji aliyê Serokatiya Herêma Kurdistanê ve were derxistin, lê pêştir Tevgera Goran çendîn car ragihand, ku dema serokatiya Barzanî bi dawî hatiye, ji ber vê jî amade nîn in nivîsa Serokatiya Herêma Kurdistanê nas bikin ji bo destbikarkirina Heval Ebûbekir.

 

Serokê Jûra Yasayî û Endamê Civata Niştimaniya Tevgera Goran Dr. Îsmaîl Namiq ji Rûdawê re ragihand, ku amadekarî dikin ji bo wergirtina postê Parêzgariya Silêmaniyê û ji bo ku rêkarên yasayî temam bikin û got: “Ew post, mafê yasayî yê Tevgera Goran e û eger pirsgirêka nivîsa herêmî û neyasayîbûna postê Barzanî nebûya, dibû du salên yekem ên piştî hilbijartin, Heval Ebûbekir bibe Parêzgarê Silêmaniyê.” Li gor baweriya Îsmaîl Namiq, êdî ew astengî li hember destbikarkirina Heval Ebûbekir nemaye.

 

Postê parêzgariya Silêmaniyê ji sala 2014an ve, gelek serêşiya siyasî û yasayî li pev xwe anîne û gelek caran Tevgera Goran û YNK nîqaşa dîtina rêyeke çareseriyê kirine da ku wan kesan li ser kursiyê parêzgariyê biguherînin.

 

Îsmaîl Namiq diyar dike, ku eger hevalên wî bi gotina wî bikirana, madem rasterast ji aliyê gel ve hate hilbijartin, pêwîstî bi nivîsê tinebû û Dr. Heval Ebûbekir dikaribû dest bi kar bike û got: “Em bi ti awayî wî postî bernadin û divê Dr. Heval weke Parêzgarê Silêmaniyê dest bi kar bike, çimku bi dengê piraniya xelk hate hilbijartin.”

 

Lê belê sê sal berê, ev piraniya gel bi tena serê xwe ne bes bû ji bo ku Heval Ebûbekir bibe Parêzgarê Kerkûkê. Çimku wê çaxê, beriya ku rêya Tevgera Goran bikeve ber nivîsa herêmî, ji bo destpêkirina Heval Ebûbekir YNK amade nebû postê Parêzgariya Silêmaniyê radestî Goran bike. Piştî çendîn civînan, nekarîn qenaet bi YNKê bînin ku ew serkevtiyên hilbijartina Encumena Parêzgeha Silêmaniyê ne û ew post mafê wan e, piştre razî bûn li gel YNKê rêkevtineke siyasî û îdarî bikin ji bo rêveberiya parêzgeha Silêmanî û Helebceyê ku ew jî du salên yekem postê Parêzgariya Silêmaniyê di destê YNKê de be û Parêzgariya Helebce jî di destê Goranê de be, piştî du salan jî berevajiya wê bikin.

 

Endama Encumena Parêzgeha Silêmaniyê ji YNKê Selma Fatîh red dike ku partiya wê nerazî be postê parêzgariyê bide Goranê û got: “Me beriya demekê civîneke encumenê pêk anî û me deng da Heval Ebûbekir da ku bibe parêzgarê Silêmaniyê, ez xwe ji wê dengdanê poşman nabînim.”

 

Selma Fatîh herwiha got: “Eger serokatî, yan jî polîtburoya YNKê nerazî bûna, dê ji me re bigotana û agahdar bikirana, lê heta niha YNKê li ser vê mijarê ji me re tiştekî negotiye.”

 

YNK pabendî rêkevtina ku bi Goranê re kiriye bû, loma piştî du salan postê xwe radestî Goran kir, lê ji ber ku ji bo destbikarkirina parêzgar pêwîstî bi nivîsa herêm hebû û diviyabû Barzanî îmze bike, Goran razî nebû wî postî werbigre û rêyeke din dîtin ku ew jî danîna Serdar Qadir bû li kursiyê parêzgar. Lê ew parêzgarê Goranê gelek li ser kar berdewam nekir û roja 3ê Gulana 2017an bi nameyekê destjikarkişandina xwe ragihand.

 

Piştre Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî di nivîsekê de ku roja 9ê Gulana 2017an hatibû derxistin û ji Wezareta Navxweyî re hatibû şandin, Umer Qeladizeyî li şûna Serdar Qadir kire Parêzgarê Silêmaniyê yê bi wekalet.

 

Çend car Rûdawê bi Heval Ebûbekir re pêwendî pêk anî, lê ew red kir ku li ser wê yekê biaxive ku gelo ka weke parêzgarê Silêmaniyê dest bi kar dike an na. Her çi qas ku diyar kirine ew post mafê Tevgera Goran e, çend çavkaniyên Tevgera Goran dibêjin di destpêka hefteya dahatû de dê çareser bikin ku dê wî postî werbigirin û Heval Ebûbekir dê weke Parêzgarê Silêmaniyê dest bi kar bike an na.

 

Lê belê Selma Fatîh dibêje: “Heval Ebûbekir beşdarî 11 civînên Encumena Parêzgehê nebûye, hemû civînan kiriye betlane, herwiha hêj endamê Encumena Parêzgeha Silêmaniyê ye.”

 

Selma Fatîh diyar kir, ku heta 23ê Hezîrana 2018an dê bibe Parêzgarê Silêmaniyê û got: “Çimku piştî wê demê, temenê Encumena Parêzgehê jî diqede, yan divê Parlemento dema wê dirêj bike, yan jî divê li gel hilbijartinên Parlementoyê hilbijartina wê jî were kirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst