Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê berê yê HDPyê Selahattin Demirtaşê ku li Girtîgeha Edirneyê girtî ye, di nivîsa xwe ya li ser malpera QAD-Meydana Aşitiyê de bal kişand ser berpirsyariya dewletê ya ji bo demokratîkbûnê û ya rêxistinê ya ji bo çekdanînê.
Demirtaş diyar kir ku ji bo bipêşveçûna pêvajoyê divê mercên ku Abdullah Ocalan karibe rola xwe pêk bîne bên amadekirin.
Wî her wiha da zanîn ku divê PKK lezê bide çekdanînê û civak jî bibe bingeha sereke ya pêvajoya aştiyê.
Selahattin Demirtaş di nivîsa xwe ya 3ê Çiriya Paşîn a 2026an de bangî hemû aliyên pêvajoyê kir ku ji bo çareserkirina pevçûnan û bipêşketina pêvajoya çekdanînê berpirsyariyên xwe bi cih bînin.
Demirtaş destnîşan kir ku berpirsyariya dewletê ya ji bo demokratîkbûnê, dabînkirina garantiyên hiqûqî û vekirina rêya azadiyan ji berpirsyariya rêxistinê ya çekdanînê cuda ye û got:
“Berpirsyariya dewletê ya demokratîkbûnê, çêkirina temînatên hiqûqî û vekirina rêya azadiyan û berpirsyariya rêxistinê ya bipêşxistina çekdanînê nikarin bikevin şûna hevdû.”
Demirtaş da zanîn ku her qonaxeke çareserkirina pevçûnan û pêvajoya çekdanînê zehmetî û derfetên xwe hene.
Li gorî Demirtaş, divê aktor hevkariyê bi pêş bixin da ku van zehmetiyan derbas bikin û derfetan bikin destkeftiyên hevbeş.
Demirtaş diyar kir ku yek ji sedemên xitimîna pêvajoyê ew e ku kesên guherînê dixwazin û yên li dijî guherînê ne tên hemberî hev.
Wî got ku polîtîkaya reel nayê paşguhkirin lê nabe ku siyaseta birêgez û meşrû jî teslîmî wê bibe.
“Divê şertên ku Ocalan rola xwe bilîze zelal bibin”
Demirtaş bal kişand ser rola Abdullah Ocalan a di pêşketina pêvajoyê de û anî zimên ku Ocalan ji mêj ve pê hesiya ye ku têkoşîna çekdarî li hemberî demê têk çûye.
Demirtaş diyar kir ku Ocalan di heman demê de hem dewletê û hem jî rêxistinê vedixwîne guherînê û hewl dide zemîneke nû ya siyasî ava bibe.
Demirtaş destnîşan kir ku rêya çareseriyê tenê bi gava aliyekî venabe û pêwîst e her alî berpirsyariya xwe pêk bîne.
Demirtaş bal kişand ser girîngiya avakirina baweriya hevpar û got ku bêbaweriya ji ber şikestinên rabirdûyê û sozên nehatine bicihanîn tenê bi daxuyaniyên niyeta baş nayê çareserkirin.
Demirtaş her wiha diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên li pêşiya pêvajoyê, ziman û rêbaza ku tê bikaranîn jî girîng e û divê aliyên siyasî nêzîkatiyeke avaker nîşan bidin.
Ji bo PKKyê banga çekdanînê
Demirtaş destnîşan kir ku yek ji pêdiviyên herî lezgîn ên pêvajoyê zelalkirina statû, derfet û mercên xebatê yên Abdullah Ocalan e da ku karibe rola xwe bi cih bîne.
Demirtaş diyar kir ku dabînkirina mercên xebat û pêwendiyê yên ku Ocalan hewcedar e, tenê ne bi wî ve girêdayî ye û wiha anî zimên:
“Ev yek ji bo bicihanîna biryara çekdanînê, çareserkirina pirsgirêkên derdikevin û pêwendiyeke saxlem a di navbera aliyan de pêwîst e.”
Demirtaş got ku ji bo avakirina van mercan divê di serî de DEM Partî tevahiya mixalefetê siyaseteke avaker bişopîne.
Wî her wiha anî zimên ku eger PKK bi helwesteke wêrektir, biryardartir û avaker lezê bide qonaxa çekdanînê, ev yek dê pêşveçûna pêvajoyê hêsantir bike.
“Divê civak bibe bingeha sereke ya aştiyê”
Demirtaş tekez kir ku ji bo mayîndebûna pêvajoya çareseriyê divê piştgiriya civakî bê xurtkirin.
Demirtaş diyar kir ku divê tirs û bêbaweriya rabirdûyê ji holê bê rakirin û hêviyên civakê yên ji bo paşerojê bên mezinkirin.
Wî destnîşan kir ku aştî tenê ji aliyê aktoran ve nayê avakirin.
Demirtaş got ku heke pêvajo bi ser bikeve, dê derfetên siyasî, aborî û jeostratejîk derkevin holê û divê ev bibin destkeftiya hevpar a Tirkiyeyê, hemû Kurdan û gelên Rojhilata Navîn.
Demirtaş nivîsa xwe bi van gotinan bi dawî kir:
“Bila em pêşî bi hev re rîskan bigirin ser milên xwe û astengiyan bi destê hevdû derbas bikin da ku piştre hemû gel bi hev re fêkiyan berhev bikin û em tev bi hev re bi ser bikevin.”
Nivîsa Selahattin Demirtaş a bi sernavê “Bi hev re biserketin” wiha ye:
“Berpirsyariya dewletê ya demokratîkbûnê, çêkirina temînatên hiqûqî û vekirina rêya azadiyan û berpirsyariya rêxistinê ya bipêşxistina çekdanînê nikarin bikevin şûna hevdû.
Her qonaxa çareserkirina pevçûnan û pêvajoyên çekdanînê dijwar e, astengî û derfetên taybet ên her qonaxê hene.
Ya girîng ew e ku hemû aktorên ku di pêvajoyê de rol girtine ser xwe, ji bo derbaskirina zehmetiyan hevkariyên bihêz ava bikin û şiyanên xwe yên veguhartina derfetan bo destkeftiyên hevpar bixin tevgerê.
Ew beşên ku baweriya wan bi pêvajoyê heye û qanih bûne ku ev yek dê ji bo her kesî serkeftinê bîne, ji bo derbaskirina zehmetiyan hewleke mezin didin.
Hinek derdorên ku baweriya wan bi serkeftina pêvajoyê nayê, bi hesabê veguhartina bipêşketinên herêmî yan cîhanî bo derfetan, hewl didin pêvajoyê bi paşve bixin.
Ji ber bêbaweriya ceribandinên borî, beşên ku bi hişyarî nêzîkî pêvajoyê dibin jî hene. Yek ji sedemên girîng ên xitimînê ew e ku îradeya pêşvebirina guherînê û hişmendiyên ku li beramberî guherînê li ber xwe didin, tim tên hemberî hev.
Eger hûn baweriyê bi neçariya guherînê neyînin, hûn dikarin bi rehetî li dijî pêvajoyê derkevin û heke hûn bixwazin dikarin hezar hincetên ku di nav xwe de li hev dikin jî bînin ziman.
Lê belê ti yek ji wan nikare çerxa zordar a polîtîkaya reel bisekinîne. Siyaseta birêgez û rewa teslîmî polîtîkaya reel nabe, li ber serî natewîne lê nakeve xefika paşguhkirina polîtîkaya reel jî.
“Divê gavên hêsanker bên avêtin”
Tiştê ku di şêwaza rêbertiya Birêz Abdullah Ocalan de ferqê çêdike ev e ku van hevsengiyan baş dibîne, bi gavên wêrek û bi girtina rîskan zemîna siyasetê diparêze.
Birêz Ocalan ji mêj ve gelekî zelal pê hesiya ye ku têkoşîna çekdarî li hemberî demê têk çûye.
Ew rêxistin û dewletê di heman demê de vedixwîne guherînê û wan neçarî vê dike; bi vî rengî hewl dide zemîneke nû ya siyasî ava bike ku gavên bên avêtin hevdû temam bikin.
Bê guman pêdiviya guherînê ji bo hemû aktorên di pêvajoyê de derbasdar e lê li gorî pêgeh û derfetan berpirsyariya her kesî ji hev cuda ye.
Berpirsyariya dewletê ya demokratîkbûnê, çêkirina temînatên hiqûqî û vekirina rêya azadiyan û berpirsyariya rêxistinê ya bipêşxistina çekdanînê nikarin bikevin şûna hevdû.
Rêya ku diçe çareseriyê, ji deriyekî ku bi mifteyekê were vekirin derbas nabe. Di destê her aktorî de mifteyên ku dikarin deriyên cuda vekin hene. Ya girîng ew e ku her kes bi bikaranîna mifteya xwe rêya hevpar veke.
Bi vî awayî xitimîn dikarin bên vekirin, derfet dikarin bibin destkeftiyên hevpar; di demekê de ku saziya siyasetê xurt dibe rêya demokratîkbûn, azadî û xweşguzeraniyê dikare vebe.
Ji bo ku ev hemû pêk bên, yek ji pêdiviyên herî girîng ên pêvajoyê nûavakirina baweriya hevpar e.
Bêbaweriya ku ji ber ceribandinên borî, sozên nehatine bicihanîn û şikestinên giran çêbûye, tenê bi bangên niyeta baş nayê derbaskirin.
Li şûna ku her kes pêşwext ji yê din baweriyê bixwaze, divê beşdariyê di çêkirina wan mercan de bike ku dê baweriyê bi hev re ava bikin.
Çi dikare were kirin, ji ku derê dikare dest pê bike?
Pirsgirêkên ku bi salan e kom bûne, mîna girêkên di nav hev de ne. Bi zordariyê hewldana vekirina van girêkan carinan wan bêhtir girêdide û tund dike.
Ji ber vê yekê di dema vekirina girêkan de rêbaza ku tê şopandin, ziman û şêwaza ku tê bikaranîn gelekî girîng e.
Mixabin di vê mijarê de hîn jî negihîştine têgihiştineke têr û şêwazeke avaker. Baldariya her kesî ya li ser vê mijarê pêdiviyeke siyasî, exlaqî û wijdaniyê ye.
Gava herî lezgîn a ku divê bê avêtin ew e ku statû, derfet û mercên Birêz Ocalan ên ku karibe rola xwe bilîze bên zelalkirin. Heta ku avêtina vê gavê dereng bikeve, pêvajo dê ji liv û pêlan rizgar nebe.
Dabînkirina mercên xebat û pêwendiyê yên ku rola Birêz Ocalan di pêvajoyê de dixwaze, ne tenê mijareke girêdayî wî ye.
Ev yek ji bo pêkanîna biryara çekdanînê, çareserkirina pirsgirêkên derdikevin û ji bo danîna pêwendiyeke saxlem di navbera aktorên cuda yên pêvajoyê de pêwîst e.
Avakirina mercên ku rê bidin aktorekî ku tê çaverêkirin berpirsyariyê bigire ser xwe vê yekê pêk bîne, pêdiviya hevgirtina navxweyî ya pêvajoyê bi xwe ye.
Ji bo zelalkirina mercên Birêz Ocalan jî girîng e ku di serî de DEM Partî tevahiya mixalefetê bi zimanekî erênî siyaseta avaker serdest bike.
Di heman demê de helwesteke avaker, wêrek û biryardartir a PKKyê ya ji bo lezkirina qonaxa çekdanînê dê pêşveçûna pêvajoyê û avêtina gavan a ji aliyê aktorên din ve hêsan bike. Her kes zehmetî û neçariyên cihê ku lê ye herî baş bi xwe dizane.
Ji bo paşeroja hevpar berpirsyariya hevpar
Ez nikarim li ser navê kesî biaxivim û biryaran bidim lê divê em vê jî qebûl bikin ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan û derbaskirina krîzan, divê her kes li cihê ku lê ye hewleke erênî bide, bilive û biguhere.
Pêvajoya çareseriyê mîna duçerxeyê ye, ji bo pêşveçûn û parastina hevsengiyê pêwîst e pê li pedalan were kirin. Çareseriyeke ku piştgiriya civakî xurt neke, bi zehmetî dikare mayînde be.
Pêwîst e tirs û bêbaweriya rabirdûyê were derbaskirin, hêviyên civakê yên ji bo paşerojê werin mezinkirin û piştgiriya civakî bê xurtkirin.
Ji ber ku tenê aktorên pêvajoyê nikarin aştiyê ava bikin, loma divê civak jî bibe xwedî û bingeha aştiyê.
Rêya veguhartina derfetên siyasî, aborî û jeostratejîk ên bi serkeftina pêvajoyê derdikevin bo destkeftiya hevpar a Tirkiyeyê, hemû Kurdan û gelên Rojhilata Navîn, ji afirandina zemînên hevkariyê yên ji îro ve derbas dibe.
Bila em pêşî bi hev re rîskan bigirin ser milên xwe û astengiyan bi destê hevdû derbas bikin da ku piştre hemû gel bi hev re fêkiyan berhev bikin û em tev bi hev re bi ser bikevin.”



.jpg&w=3840&q=75)