Kobanî (Rûdaw) - Li bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê, Festîvala Şanoyê ya "Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê" ya 4emîn bi rê ve diçe.
Festîval 30ê Çiriya Pêşîn li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido dest pê kir û dê 6 rojan bidome.
Ev çalakî bi hevkariya Tevgera Çand û Hunera Mezopotamyayê (TEV-ÇAND) û bi dirûşma "Ji Her Bajarekî Çîrokek, Ji Her Dilekî Romanek" tê lidarxistin.
Piştî salên dijwar ên şer li bajêr, perdeya şanoyê careke din vebû û ronahî ket ser dikê.
8 kom beşdarî festîvalê dibin
Ji komîteya amadekar a festîvalê Dilbirîn Mislim eşkere kir ku ji herêmên cuda komên şanoyê hatine Kobaniyê.
Dilbirîn Mislim derbarê beşdariya koman de got, "7 kom li ser asta Sûriyeyê û komek jî ji Rojhilatê Kurdistanê beşdar in.
Îro koma ji Şamê ya Birayên Meles bi şanoya xwe derket ser dikê.
Bernameya me dê di rojên pêş de jî her roj bi nîşandana du şanoyan bidome."
"Şano dibe pireke dan û standinê"
Ji birêvebiriya festîvalê Hisên Xanî bal kişand ser armanca vê çalakiya hunerî û diyar kir ku ew dixwazin şano di navbera pêkhateyan de bibe pireke nêzîkbûnê.
Hisên Xanî li ser peyama festîvalê anî zimên:
"Peyama me ew e ku şano, huner û çand bi hemû rengên xwe bibin pireke dan û standinê di navbera hemû pêkhateyên Sûriyeyê de.
Em dixwazin di Sûriyeyeke fireh de cihê me hemûyan hebe da ku em karibin bi serbilindî, bi ziman û çanda xwe bi azadî bijîn."
Koma Ermenan a ji Hisîçayê jî li ser dikê ye
Yek ji komên beşdar Koma Araratê ya ji parêzgeha Hisîçayê ye ku ji şanogerên pêkhateya Ermen pêk tê. Wan şanoya bi navê "Yê Ku Nayê" pêşkêş kir.
Şanogera Koma Araratê Evî Çokiyanê li ser hevdîtina li Kobaniyê kêfxweşiya xwe anî ziman û got:
"Dema em beşdarî festîvalên bi vî rengî dibin û digihîjin komên din, em pir kêfxweş dibin. Ev festîval gelek pêkhate û parêzgehan tîne ba hev.
Pir xweş e ku em hemû li ser dika vî şanoyî digihîjin hev. Ji ber vê hevahengiya bedew em spasiya birêvebiriya festîvalê dikin."
"Pêdiviya Kobaniyê bi moralê hebû"
Welatiyê bi navê Mehmûd Mihemed jî destnîşan kir ku piştî salên zehmet û nexweş, çalakiyên wiha ji bo xelkê herêmê dibin cihê hêvî û moralê.
Mehmûd Mihemed hestên xwe wiha anîn zimên:
"Demên gelekî dijwar bi ser bajarê me re derbas bûn. Ji bo ku xelk piçekî şa bibe pêdiviya me bi moralê û bi festîvalên bi vî rengî hebû.
Em hêvî dikin ku festîvalên mezin berdewam bin. Em dixwazin bajarê me tenê bi zext û zehmetiyên şer neyê rojevê, bi huner û çandê jî bê naskirin."


