Qada Gazê ya Kormorê hate mûşekbarankirin

30-08-2023
RÛDAW
Nîşan Qada Gazê ya Kormorê Mûşekbarankirin
A+ A-

 Hewlêr (Rûdaw) – Qada Gazê ya Kormorê ya nahyeya Qadir Keremê ya navçeya Çemçemalê ya Silêmaniyê hate mûşekbarankirin.

Li gorî zanyariyên Rûdawê Qada Gazê ya Kormorê derdora demjimêr 21:30î bi 2 mûşekên katyûşayê hatin bombebarankirin.

Alîkarê Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî Ehmed Muftî ji Rûdawê re ragihand ku Qada Gazê ya Kormorê hatiye mûşekbarankirin.

Ehmed Muftî herwiha diyar kir ku hêzên ewlehiyê lêpirsîn daye destpêkirin.

Li gorî zanyariyên destpêkê yên ku bi destê nûçegihanê Rûdawê ketine, bombebaran bi katyûşayan hatiye kirin.

Hate diyarkirin ku mûşek ji nêzîkî navçeya Dûzxurmatuyê hatine avêtin û li nêzîkî cihê mayînê ya karmendan ketiye.

Nûçegihanê Rûdawê pêwendî bi rayedarên Çemçemalê re kir lê wan ji bilî piştrastkirinê ti agahî neda.

Rayedarên Çemçemalê ragihand ku wan Wezareta Çavkaniyên Xwezayî û Wezareta Navxwe agahdar kirine.

“Rewşa qadê ne aram e”

Karmendekî kompanyayeke petrolê yê ku nexwest navê wî were eşkerekirin ji Rûdawê re got:

“Bombebaran bi du mûşekan hatiye kirin û heta niha ziyan nayê zanîn lê bi berdewamî dengê alarma hişyariyê tê.

Ji me hate xwestin ku em biçin bin banên betonî yên stûr ku dûrî cihên me yên bêhnvedanê ye. Rewşa qadê ne aram e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst