Mesrûr Barzanî bi Sûdanî û çend berpirsên din ên Îraqê re civiya

30-05-2024
RÛDAW
Mesrûr Barzanî, îro çû Bexdayê û bi Mihemed Şiya Sûdanî re civiya
Mesrûr Barzanî, îro çû Bexdayê û bi Mihemed Şiya Sûdanî re civiya
Nîşan Mesrûr Barzanî Bexda Sûdanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Bexdayê bi Şêwrimendê Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê Qasim Erecî û Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Sekreterê Giştî yê Rêxistina Bedirê Hadi Amirî re civiya.

Mesrûr Barzanî, îro çû Bexdayê û bi Mihemed Şiya Sûdanî re civiya.

Di civînê de rewşa Îraqê bi giştî û giringiya çareserkirina pirsgirêkan di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Bexdayê de li ser bingehê destûrê hat gotûbêjkirin.

Her du alî hevnêrîn bûn li ser pêwîstiya berdewamiya diyaloga avaker ji bo pirsgirêkan ku di berjewendiya hemû pêkhate û welatiyên Îraqê de ye.

Mesrûr Barzanî bi Erecî û Amirî jî re civiya

Di çarçoveya serdana xwe ya Bexdayê de Mesrûr Barzanî bi Qasim Erecî re jî civiya.

Li gorî daxuyanyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de rewşa ewlekariya Îraqê bi giştî û “metirsiya rêxistinên terorê” hatin gotûbêjkirin.

Her du aliyan tekezî li ser pêşxistina hevkarî û hevahengiya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Bexdayê de kir.

Her îro Mesrûr Barzanî bi Sekreterê Giştî yê Rêxistina Bedir Hadî Amirî re civiya.

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, her du alî li ser berdewambûna hevahengî û hevkariya di Hewlêr û Bexdayê de ji bo çareserkirina pirsgirêkan, bi taybetî dabînkirina mafên darayî û mûçeyên Herêma Kurdistanê û jiyana welatiyan hevnêrîn bûn.

Mesrûr Barzanî li hesabê xwe yê Xê wiha got:

“Ji bo dabînkirina mafên gelê Kurdistanê û çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalogê li ser bingeha destûrê îro li Bexdayê me. ”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst