Tirkiyê 3 rê ji bo birîna darên Kurdistanê vekirine

30-05-2021
RÛDAW
Tirkiye ji bo birîna darên Kurdistanê 3 rêyan bikar tîne
Tirkiye ji bo birîna darên Kurdistanê 3 rêyan bikar tîne
Nîşan Herêma Kurdistanê Daristan Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Tirkiyê rêyên nû ji Bakurê Kurdistanê bo navçeyên Başûrê Kurdistanê vekirine, ku darên Herêma Kurdistanê bibire û bi rêya kompanyeyên nêzîkî xwe bibe û bifiroşe.

Dîmenên rêyên nû yên Tirkiyê ji bo Rûdawê hatine şandin û li gor wan dîmenan diyar dibe ku Tirkiyê rêya dawî, bo Zinarê Kêste vekiriye.

Li gor wan dîmenên taybet ku ketine destê Rûdawê , Tirkiyê ji 3 aliyan ve li Bakurê Kurdistanê li sinorê herdu navçeyên Amêdiyê û Zaxo dest bi vekirina 3 rêyan kiriye ku bêhtir ji salekê ye daristanên wan gundan ji nav dibin.

Şêniyekî gundê Aştiyê li hember Zinara Kêste ji mile Bakurê Kurdistanê ew dîmen û zanyarî ji Rûdawê şandine.

“Hikûmeta Tirkiye pere dide”

Li gorî zanyariyên berdest dema bêhtir ji salekê ye Tirkiyê bi rêya çend kompaniyên xwe wî karî dikin ku %30 pere ji hikûmetê werdigre bo vekirina rê û li hember %70 ya xerciya din jî daristanan dibirin û daran dibin difroşin.

Tirkiye zêdetirî çar mehan e li Gundê Aşîtê li nav Bakurê Kurdistê dest bi çêkirina rêya bo navçeya Nizdurê li nêzîkî Zanarî Kesta kiriye û heta niha 10 kîlometir rê hate çêkirin û bi vî awayî jî gihişte deverên ku niha operasyonên Tirkiyê lê berdewam in.

Sala borî li gundê Robozkê yê Bakûrê Kurdistanê rêyek ku nêzîkî 20 kîlometir hate çêkirin û ew rê digihêje gundên Bankê û Kaşanê li ser sînorê Batîfa û Derkarê ya Zaxo.

“Dar bo sê bajarên tên şandin”

Ew welatiyê ji Bakurê Kurdistanê ku nexwestiyê nav xwe eşkere bike, got ku salekê zêdetir e, artêşa Tirkiyê bi rêya çend kompaniyên nêzîkê xwe Bakurê Kurdistanê hewla jinavbirina daristanên Kurdistanê dide.

Heman çavkaniyê diyar kir ku bi berdewamî daristan tên birrîn û ew darên têne birrîn jî bo bajarên Colemêrg, Şirnex, Gever û Wanê têne şandin û li wan bajaran tên firotin.

Rêveberê Daristanana li  Duhokê Kawa Sebrî jî ji Rûdawê re ragihand ku ew dizanin ku Tirkiye nêzîkî salekê ye daristanên Herêma Kurdistanê wêran dike û got ku ew ji ber êrişên Tirkiyê niha nikarin tîmên xwe bo deverê bişînin ka bi zelalî bizanin ziyan û zerer çi ne.

“Hikûmeta Kurdistanê hate agahdarkirin”

Kawa Sebrî herwiha da zanîn ku wan bi fermî Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Herêma Kurdistanê ji rewşê agahdar kirine.

Bi gotina Kawa Sebrî bi taybetî ziyaneke mezin gihaye deverên 6 gundên ku niha şer û pevçûn lê hene û derdora 5 hezar donim daristan şewitîne.

Di heman demê de Kawa Sebrî amaje bi wê yekê kir ku hinek belge di destê wan de hene û zanyariyên din jî kom dikin da ku hemû aliyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê derbarê kiryarên artêşa Tirkiyê de agahdar bikin.

Serokê Encûmena Parêzgeha Duhokê Fehîm Ebdulla jî pêştir ji Rûdawê re ragihandib», “Çend sal in li sînorê Derkar, Sindî, Gulya diyardeya darbirînê heye. Hinceta hêzên Tirkiyê ew e ku ev dar û daristan li ber wan rêgir in û li ser wan metirsî ne.”

“Sirûşta gundan tê jinavbirin”

Fehîm Ebdulla gotibû, hêzên Tirkiyê “li gel hinek kompanyayan rêkeftine kirine û bi nûtirîn amrazan dest bi birîna daristanan kirine. Bêguman ew jî kompanya û bazirganên Tirkiyê ne. Diyar e çekdarên hêzên Tirkiyê şirîkatî li gel wan kompanyayan heye. Hinceteke din jî ew e ku daristan dibin stargeh ji bo  gerîlayên PKKê. Tirkiye wek siyasetekê, şewitandina zeviyan û bo sûdeke bazirganî wî karî dike.”

Serokê Lijneya Pêşmerge li Parlamentoya Kurdistanê Rêving Hirûrî, berî niha ji Rûdawî re ragihandibû, “Ew cihên ku leşkerên Tirkiyê lê bicih dibin, bi leşkerên Tirkiyê re cehş û çeteyên ku hatine heremê daran dibirin û bi rêya kompanyeyan dibin Tirkiyê û sirûşta gundan tê jinavbirin.”

Herwiha Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGê ku baskê çekdarî yê PKKê ye jî ragihandibû, “Dewleta Tirk a mêtinger li gel hewldanên xwe yên dagirkeriyê, bênavber bombardûmanê li erdnîgariya Kurdistanê dike û hem daristanan dişewitîne, hem jî daran dibire.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst