Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyeyê her ku nîqaşên li ser çareserî û aştiyê germ dibin, daxwazên ji bo çareserkirina birînên kevn jî zêdetir deng vedidin.
Di vê çarçoveyê de, mijara gundên ku di salên 90î de hatine valakirin û şewitandin, careke din bûye rojeva sereke ya aliyên pêwendîdar.
Nûnerên saziyên koçberiyê û parlamenterên DEM Partiyê ragihand ku bêyî vegera ser axa bav û kalan, aştiyeke mayînde ne pêkan e.
GOÇ-DER: Berpirsiyar dewlet e, divê zerer bên vegerandin
Komeleya Lêkolîna Koçberiyê ya Mezopotamyayê (GOÇ-DER) balê dikişîne ser koçberkirina bi darê zorê ya ku di salên 90î de rû daye.
Li gorî daxuyaniya birêvebirên vê komeleyê, di wê serdemê de bi hezaran gundên Kurdan ji aliyê dewletê ve hatine valakirin û şewitandin, bi milyonan mirov jî ji warê xwe bûne.
Serokê GOÇ-DERê Vecîh Aydogan li ser vê mijarê daxwazên xwe wiha anî ziman:
"Dewlet van gundan xira kiriye û pêwist e van çêke jî. Divê xaniyan çêke, dibistanan çêke, rêyên gundan çêke, kareba û avê bibe gundan.
Ji bo çandiniyê û ajeldariyê divê alîkariyê bide gundiyan. Divê dewlet van gavan bavêje."
DEM Partî: Heta ev mesele çareser nebe aştî çênabe
Parlamenterê DEM Partiyê Serhat Eren jî destnîşan kir ku mijara vegera gundan yek ji stûnên herî girîng ên pêvajoya aştiyê ye.
Eren diyar kir ku rûbirûbûna bi dîrokê re şert e û berpirsê vê rewşê rasterast li ser dewletê ye.
Serhat Eren daxwaza avakirina gundan kir û got:
"Li Kurdistanê gelek gund hatin şewitandin an jî hatin valakirin. Bi milyonan Kurd ji cihê xwe, ji warê xwe koçber bûn.
Berpirsê vê jî dewlet bi xwe ye. Heta ev mesele neyê çareserkirin aştiyeke mayînde jî çênabe. Divê zererên gundiyan bêne vegerandin."
Parlamento ji bo serlêdana GOÇ-DERê bêdeng e
Ji bo ku ev pirsgirêk di bin banê parlamentoyê de bê nîqaşkirin, GOÇ-DERê Îlona 2026an bi awayekî fermî serlêdan kir da ku di komîsyona jêr a Parlamentoya Tirkiyeyê de cih bigire.
Tevî ku demeke dirêj di ser re derbas bûye jî, Serokatiya Parlamentoyê heta niha ti bersiv nedaye daxwaza vê saziyê.
Aliyên Kurd tenduristiya pêvajoyê bi gavên pratîkî yên dewletê ve girê didin û daxwaz dikin ku Kurdên ku bûne koçber û çûne bajarên mezin, bi derfet û piştgiriya aborî ya dewletê vegerin ser axa xwe.


.jpg&w=3840&q=75)