Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Xwendina Bilind a Sûriyeyê biryar da ku Zanîngeha Rojava bi Zanîngeha Feratê ve û Zanîngeha Kobaniyê jî bi Zanîngeha Helebê ve bên girêdan.
Li gorî biryarên Desteyê, hemû fakulte, kolêj û saziyên girêdayî van her du zanîngehan dê bikevin bin banê zanîngehên fermî yên dewleta Sûriyeyê.
Desteyê di vê çarçoveyê de du biryarên fermî belav kirin:
Biryara Hejmar 69: Fakulteyên Zanîngeha Rojava bi Zanîngeha Firatê re dibin yek.
Biryara Hejmar 71: Fakulteyên Zanîngeha Kobaniyê bi Zanîngeha Helebê re dibin yek.
Plana kevn hat guherandin
Beriya niha biryar ew bû ku Zanîngeha Rojava û şaxa Zanîngeha Feratê ya li Hisîçayê bibin yek û navê zanîngehê bibe Zanîngeha Hisîçayê (Hesekê).
Lê bi vê biryara nû re Zanîngeha Rojava rasterast bi Zanîngeha Feratê ve hat girêdan ku navenda wê li parêzgeha Dêrezorê ye.
Hat diyarkirin ku ev gav di çarçoveya "yekkirina saziyên xwendina bilind ên dewletê" de û di bin çavdêriya Wezareta Xwendina Bilind a Sûriyeyê de hatiye avêtin.
Şaxên zanîngehên Tirkiyeyê jî tên girêdan
Di heman çarçoveyê de û piştî peymana fermî ya li gel Tirkiyeyê ya li bajarê Dîlokê, biryareke din jî hat dayîn.
Li gorî wê biryarê, beşa Zanîngeha Zanistên Tenduristiyê ya li bajarokê El-Raî û şaxa Zanîngeha Dîlokê ya li parêzgeha Helebê jî bi temamî bi Zanîngeha Helebê ve tên girêdan.
.webp&w=3840&q=75)

.jpg&w=3840&q=75)
