RIHA - Firotina îsotan kêm bûye

30-01-2025
RÛDAW
Dikaneke îsotan /Wêne: ANKA
Dikaneke îsotan /Wêne: ANKA
Nîşan Riha Îsot Bazar Kêmbûn Firotin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê di van demên dawî firotina îsotan kêm bûye.

Li Rihayê îsota hişk û dimsa îsotê baharat û xwarinên serekî yên her sifreyê ne.

Lê belê esnafên li bazara îsotan a Rihayê îsal ji kêmbûna firotinê gilî û gazinan dikin.

Dikandar diyar dikin ku piraniya mişteriyên wan geştyar in.

"Bazara me ji nîvî zêdetir kêm bûye"

Dikandar Yusuf Kiliç got, "Niha ji ber aboriya Tirkiyeyê kirîn û firotin kêm bûye. Li gorî demên berê bazara me ji nîvî jî zêdetir kêm bûye."

Dikandar dibêjin li bazarê hinek îsota hişk û dimsa îsotê ya sexte bi erzanî tên firotin.

Ji ber vê yekê dikandar hişyariyê didin û dibêjin divê kiriyar agahdar bin û îsot û dimsa îsotê yên li ber tavê nehatine hişkirin nekirin.

"Corên îsotan gelek in lê em yên destan pêşniyar dikin"

Dikandar Kemal Catin wiha anî ziman, "Niha bazar hinekî rawestiyaye. 2-3 meh in sekiniye lê li tevahiya Tirkiyeyê bazar sekiniye.

Corên me yên îsotan gelek in, ên kargehan hene û yên bidestçêkirî hene. Corên îsotan gelek in lê em yê destan pêşniyar dikin."

Îsot berhemeke serekî ya çandiniya Rihayê ye û li vî bajarî bi rêjeyeke zêde îsot û dimsa îsotê tê bikaranîn.

Li gorî amarên Yekîtiya Hinardekarên Başûrêrojhilatê Anadoluyê ku hinek bajarên Bakurê Kurdistanê li xwe digire, sala 2024an ji 101 welatan re bi bihayê 13 milyon û 940 hezar dolaran îsota hişk hatiye hinartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst