Li Dîlokê qeza: 14 kes birîndar bûn

30-01-2025
RÛDAW
Nîşan Dîlok Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bêlqisê ya parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê, du otomobîl li hev qelibîn û di encamê de 14 kes birîndar bûn.

Li gorî agahiyan otomobîla ku T.A diajot li Xaçerêya Gilgameşê ya li ser rêya Dîlok-Riyaê li otomobîla ku Z.K diajot qelibî.

Di qezayê de otomobîl wergeriya.

Di encama qezayê de 14 kes birîndar bûn ku di nav wan de zarok jî hene.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê qezayê.

Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan veguhastin nexweşxaneyên li derdorê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst