Urmiye - 4 girtiyên Kurd bi tohmeta 'sîxurtiya Îsraîlê' hatin bidarvekirin

29-12-2023
RÛDAW
Nîşan Îran Rojhilatê Kurdistanê Urmiye Girtiyê Kurd Bidarvekirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çar girtiyên siyasî yên Kurd ên xelkê parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê şeva borî bi tohmeta “sîxuriya Îsraîlê” li Girtîgeha Navendî ya Urmiyeyê hatin bidarvekirin.

Li gorî Ajansa Fermî ya Desthilata Dadê ya Îranê, îro çar welatiyên xelkê bajarê Urmiyeyê yên bi navên Wefa Hinare, Aram Umer Berdiyanî, Rehman Perhazo û Nesîm Nemazî li Girtîgeha Navendî ya Urmiyê hatine darvekirin.

Ew her çar welatiyên Kurd sala 2022yan, ji aliyê hêzên ewkehiyê yên Komara Îslamî ya Îranê ve li bajarê Urmiyeyê hatibûn desteserkirin.

Liqa Sê ya Dadgeha Şoreşê ya Urmiyeyê bi tohmeta “sîxurtiya ji bo Îsraîlê” cezayê darvekirinê dabû wan.

Li gorî zanyariyan, hêzên ewlehiyê ji malbatên wan welatiyan re gotiye ku ew dê cenazeyan radestî wan nekin.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, sala borî li Îranê 582 kes hatine bidarvekirin.

Heriwha di sala 2021an de 331 kes hatibûn bidarvekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst