Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Hacî Qelayê yê navçeya Koyeyê ya Hewlêrê dareke zeytûnê ya xwerisk hate dîtin ku temenê wê zêdetirî hezar salî ye.
Ew dar geş û serbilind e û rehên wê di kûrahiya dîrok û çanda Kurdistanê de ne.
Ev dara zeytûnê li ser çiyayekî gundê Hacî Qelayê ye.
Ev dar di nava xelkê herêmê de wekî "Serê Zeytûnê" tê naskirin.
Ji bo niştecihên herêmê, ev dar ne tenê semboleke dîrokî ye.
Ew dar di heman demê de beşek ji bîranînên wan ên kevn e jî.
"Bavê min şaxeke zeytûnê ji min re jê kir"
Senger Kemal cotkarekî 46 salî yê herêmê ye û bavê wî sala 1988an hatiye enfalkirin.
Senger Kemal derbarê bîranînên xwe yên bi bavê xwe re yên li cem darê ji Rûdawê re got:
"Cara ewil ez sala 1987an çûm cem wê darê.
Ez bi bavê xwe re çûbûm û tê bîra min wî şaxeke zeytûnê ji min re jê kir."
Tîmeke Îtalî temenê wê eşkere kir
Ev salek e tîmeke Îtalî di çarçoveya projeya Korisê de li Kurdistanê kar dike.
Ev tîm ji bo bipêşxistina rûnê zeytûnê alîkariya cotkar û xwediyên kargehan dike.
Vê tîma Îtalî di dema lêkolînên xwe de temenê vê dara dîrokî eşkere kir.
Wezîra Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Herêma Kurdistanê Bêgerd Talebaniyê li ser mijarê daxuyaniyek da.
Bêgerd Talebaniyê got, "Di encama vê projeyê de me dît ku li ser çiyayekî gundê Hacî Qelayê yê Koyeyê dareke xwerisk a zeytûnê heye.
Temenê vê darê ji hezar salî zêdetir e.
Kalîteya vê darê ji piraniya wan darên ku niha li cîhanê berhem didin cudatir e."
Salane 8 hezar ton rûnê zeytûnê tê hilberîn
Li gorî amaran, li Herêma Kurdistanê nêzîkî 4 milyon darên zeytûnê hene.
Her wiha 7 kargehên hilberîna zeyta zeytûnê dixebitin û salane 8 hezar ton zeytê hildiberînin.
Birêvebirê Giştî yê Bax û Daristanan Helkewt Ebdulrehman derbarê armanca projeyê de ji Rûdawê re axivî.
Helkewt Ebdulrehman da zanîn ku armanca wan xurtkirina hemû şiyanên zincîreya hilberînê ye û wiha pê de çû:
"Armanc ew e ku ji cotkar heta xerîdaran ev zincîre xurt bibe.
Da ku xerîdar karibin li ser refên marketan cudahiya rûnê zeytûnê yê baş û xerab bikin."
Niha berhema rûnê zeytûnê ya Kurdistanê têra pêdiviya navxweyî nake.
Lê belê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwaze bi planeke demdirêj vê sektorê bêtir bi pêş bixe.


