Dihok – Saziyeke amerîkî zarokên êzîdî fêrî înglîzî dike

29-10-2015
RÛDAW
Zarokên êzîdî
Zarokên êzîdî
A+ A-

 

Dihok (Rûdaw) – Saziyeke sivîl a amerîkî zarokên kurd ên êzîdî yên ji ber şerê DAIŞê ji xwendin û dibistanê dûr ketine, fêrî zimanê înglîzî dike.

Li gundê Sêcê yê girêdayî bajarokê Sêmêlê yê Dihokê, nêzîkî 1000 malbatên kurd ên êzîdî yên ku ji ber şerê DAIŞê ji devera Şingalê koçber bûne, dijîn.

Li gund dibistan û xwendingeh tine ji ber wê jî zarokên wan ji xwendin û fêrbûnê dûr ketine.

Lê saziyeke amerîkî ev valahî tijî kiriye û dewreya fêrbûna zimanê înglîzî ji wan re vekiriye.

Berpirsê wê saziyê Dr. Pol Martin li ser wê çalakiya xwe ji Rûdawê re got, me 12 mamosta ji Amerîka hînane vir û em wan zarokan fêrî ziman, mûzîk û karên hunerî dikin…

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst