Amed (Rûdaw) - Mala Dengbêjan a Amedê ku dilê çand û hunera Kurdî ye, niha bi deng û henaseya ciwanan zindî dibe.
Ji bo ku ev mîras winda nebe, her du dengbêjên ciwan û dengxweş Serkanê Misircê û Fesîhê Pasûrê heftê rojekê li ser textê dîwanê rûdinin.
Ew bi kilamên xwe dilê geştyar û xelkê Amedê şa dikin.
Ev her du parêzvanên dengbêjiyê bang dikin û dibêjin ku ji bo ku koka vê çandê zêdetir şîn bibe û ev mîras ber bi paşerojê ve biçe, divê xwedî li dengbêjên ciwan were derketin da ku ew karibin keda xwe nîşan bidin.
Xema parastina mîrasa sedsalan
Dengbêj Serkanê Misircê û Dengbêj Fesîhê Pasûrê di nav 24 dengbêjên Mala Dengbêjan a Amedê de her du dengbêjên herî ciwan in.
Ew bi xema parastina mîrasa sedsalan, li qirik û gewriya xwe êş û azaran dimeyînin.
Rojek ji rojên dîwana wan e û dengê wan di asmanê payîzê de deng vedide.
Civateke qelebalix a ji geştyar û xelkê bajêr kom bûne û guh dide kilamên tije kul û xem ên Kurdan.
"Min dinya girt û axret berda"
Dengbêj Serkanê Misircê li ser destpêkirina xwe ya dengbêjiyê ev agahî dan:
"Ez ji zarokatiya xwe ve dildarê dengbêjiyê me. Ez li ber heywanan bûm. Ez gelekî ji dengbêjiyê hez dikim lê min nizanibû kilaman bibêjim.
Min carekê strana malbatê jî eciband û ji wê çaxê ve min dev ji her tiştî berda û berê xwe da dengbêjiyê.
Wekî ku di kilama Şêxka Delal de dibêje 'min dinya girt û axret berda'. Welleh min jî dengbêjî girt û her tiştê din berda. Min hemû kar û xebat berdan û ji xeynî dengbêjiyê ez tiştekî nakim."
"Bavê min got fedî neke"
Dengbêj Fesîhê Pasûrê jî qala çîroka xwe kir û anî zimên:
"Min destpêkê kilam ji bavê xwe girtin. Qey ew xwîn di min de jî hebû lê min fedî dikir ez kilaman bibêjim.
Bavê min got, 'Fedî neke. Ne li ber min ne jî li ber kesekî fedî neke.'
Wî got dengê te xweş e û şîret li min kirin ku ez jî qewimînan bikim kilam daku xelk bibêje wekî dengbêjên berê Fesîh jî kilaman çêdike. Wî got bi vî awayî dê ev çand bi pêş ve bikeve."
Pêwîstiya bi dengbêjên ciwan
Serkan û Fesîh ji bo ku ev çanda herî qedîm a Kurdî winda nebe û bigihîje sedsalên nû, balê dikişînin ser girîngiya xwedîderketina li dengbêjên nifşê nû.
Dengbêj Serkanê Misircê bal kişand ser vê xalê û got:
"Ev dengbêjên me yên heyî Xwedê silametiyê bide wan. Dema ku ew koç bikin ji me re dengbêj lazim in. Heke nebe dê ew çand bimire. Ji bo vê yekê lazim e dengbêjên ciwan hebin."
Dengbêj Fesîhê Pasûrê got, “Çawa ku me ji dengbêjên wekî Reso, Şakiro û Sidiqê Şêxweliyê kilam girtin û em ji wan fêrî dengbêjiyê bûn, bila dengbêjên ciwan jî ji me bigirin. Bi vî awayî çanda me dê winda nebe."
Mala Dengbêjan a Amedê sala 2007an ji aliyê hevserokê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Osman Baydemîr ve hatibû vekirin.
Ev mal hefteyê şeş rojan vekirî ye û salane bi sed hezaran hezkirên dengbêjiyê serdana wir dikin.

.webp&w=3840&q=75)
.jpg&w=3840&q=75)