Li 3 parêzgehên Bakurê Kurdistanê lehî rabû

29-08-2023
RÛDAW
Nîşan Wan Îdir Erzîngan Lehî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Wan, Îdir û Erzinganê yên Bakurê Kurdistanê piştî baraneke gur lehî rabû.

Lehiyê bandoreke neyînî li jiyana welatiyan kir.

Roja sêşemê di demjimêrên nîvro de li parêzgeha Wanê baran bariya.

Baran di demjimêrên êvarê de gûrtir bû û li çend tax û kolanên navenda Wanê û navçeya Xawesorê bû sedema lehiyê.

Ji ber lehiyê dîwarên hinek bax û bexçeyên welatiyan hilweşiyan û av û herî ketin hundirê çend xaniyan.

Piştî lehiyê hinek rê hatin girtin û tîmên şaredariyê ji bo vekirina wan rêyan dest bi xebatan kir.

Rêveberê Çandinî û Daristanan ê Wanê çû navçeyên lehiyê û li wan navçeyan lêkolîn kir.

Li taxên Yenîmahelle, Bostanîçî, Karşiyaka û Karakoçê yên Wanê jî beşek ji co û rûbar di ser ve çûn û avê avêt hinek mal û kargehên welatiyan.

Parêzgariya Wanê ji bo sêşemê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî hişyarî dabû.

Parêzgariyê ji welatiyan xwestibû ku li ser egera lehî, birûsk, teyrok û bayê xurt tedbîrên pêwîst wergirin.

Îdir

Li aliyê din li herêmên bilind ên parêzgeha Îdirê jî barana zêde bû sedema lehiyê.

Li gundê Zorê yê Îdirê piştî baranê lehî rabû û asta ava rûbarê ku di nav gund re derbas dibe gelekî zêde bû.

Erzingan

Li navçeya Ciminiyê ya parêzgeha Erzinganê ya Bakurê Kurdistanê jî bi heman awayî piştî baranê lehî rabû.

Li wê derê jî ji ber lehiyê co û avêrêjên navçeyê xitimîn û rê hatin girtin.

Parêzgarê Erzînganê Hamza Aydogdu çû navçeyê û ragihand ku ti zererên canî çênebûne û tîman tedbîr wergirtine.

Hamza Aydogdu li ser lehiyê wiha axivî:

"Niha em li navçeya me ya Ciminiyê ne. Wekî hûn dibînin ji ber baranan ava rûbaran di ser ve çûye. 

Lê spas bo Xwedê zererên canî û madî nînin. Tîmên me yên AFADê, Îdareya Taybet, Rêyên Bejahiyê û hemû tîmên me li vê derê ne.

Niha hevalên me rewş kontrol kiriye. Ti zerereke canî û madî nîne.

Hevalên me ji bo ku rewş asayî bibe hemû hewldanan didin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst