Hewlêr (Rûdaw) - Derket holê ku di rapora otopsiyê ya Rojwelat Kizmazê de, di bin neynûka wê de DNAya mêrekî hatiye tesbîtkirin.
Termê Rojwelat Kizmaza ku bi awayekî bi guman canê xwe ji dest dabû li Gola Bendava Heskîfê ya Êlihê hatibû dîtin.
Dosyeya Rojwelat Kizmaza ku li Êlihê winda bûbû û canê xwe ji dest dabû, careke din ketiye rojevê.
Ev dosye, piştî bipêşketinên dawî yên di lêpirsîna Gulistan Dokuyê de dîsa hat rojevê.
Daxwazname dabûn dozgeriyê
Malbata Kizmazê û parêzera wan Sumeyye Gultekîn Aykutê meha nîsanê daxwaznameyek dabû Serdozgeriya Komarê ya Êlihê.
Wan di daxwaznameyê de destnîşan kiribû ku piştî qonaxa dawî ya dosyeya Gulistan Dokuyê, gumanên nû li dosyeya Kizmazê jî zêde bûne.
Rojwelat Kizmaz 9ê Sibata 2024an li Êlihê winda bûbû û termê wê li Gola Bendava Heskîfê hatibû dîtin.
Lêpirsîna li ser mirina wê ya bi guman jî bi biryara "cihê dozvekirinê nîne" hatibû girtin.
DNAya di rapora otopsiyê de ya kî ye?
Li gorî nûçeya JINNEWSê, rapora otopsiyê ya Rojwelat Kizmazê gihiştiye ber destê medyayê.
Di rapora otopsiyê de wiha tê gotin:
"Di mînaka neynûkê de ku em wekî tiliya 5an a destê çepê bi nav dikin û ya Rojwelat Kizmazê ye, profîla Y-STR DNAyê hatiye tesbîtkirin ku tê de di asteke kêm de genê zayenda mêr heye."
Lê belê hat diyarkirin ku derbarê wê yekê de ti lêkolîn nehatiye kirin bê ka ew DNA aidî kîjan mêrî ye.
Dema mirinê nehatiye diyarkirin
Li aliyê din di raporê de, derbarê dema mirina Rojwelatê de ti agahî nînin.
Tê gotin ku pirs û gumanên di rapora otopsiyê de nehatine zelalkirin lê tevî vê yekê jî dosye ji aliyê dozgeriyê ve hatiye girtin.



