Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeyên Artuklu, Stewrê û Qoserê yên parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê, li 8 cihên cuda agir bi giha û pirêzan ket.
Li Bakurê Kurdistanê bi hatina havînê û bilindbûna pileyên germê re bûyerên şewatê zêde bûne.
Doh li gundên Çilbîra, Milan, Dirbêsiyê, Goliyê, Uzêr û Quldûmanê yên navçeya Qoserê agir bi giha û pirêzan ket.
Her wiha li gundê Babilcewzê yê navçeya Artukluyê agir bi erdekî gihayî ket û li navenda navçeya Stewrê jî agir bi baxçeyekî ket.
Li ser agahdarkirinê tîmên agirvemirandinê û tîmên Birêvebiriya Daristanan çûn cihên bûyeran.
Di xebatên tîman de her 8 agir jî hatin vemirandin û rewş hat kontrolkirin.


