Baroya Amedê: Di telîsekî de radestkirina hestiyên kesekî ne li gor nirxên mirovatiyê ye

29-08-2022
RÛDAW
Nîşan Hakan Arslan Hestî Baroya Amedê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Baroya Amedê ragihand ji ber binpêkirina mafên spartina axê û rêzgirtina li bîrhatî ya Hakan Arslan wan dijî dozgeriya komarê li Desteya Dadger û Dozgeran (HSK) gilî tomar kirine.

Hestiyên Hakan Arslan ê ku dema qedexeya derketina derve ya 2ê Kanûna 2015an de, li navçeya Sûrê ya Ameda Bakurê Kurdistanê hatin ragihandin di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dabû, piştî 7 salan di telîsekî de radestî bavê hat kirin.

Baroya Amedê derbarê vê şêwaza radestkirina hestiyên Hakan Arslan de li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyamek belav kir û ragihand ku dijî dozgeriya komarê gilî tomar kirine.

Baroya Amedê dibêje: “Di hiqûqa netewî û navdewletî de derbarê radestkirina termê kesekî de ku dê mafên rêzgirtina li bîrhatî û spartina axê çawa be bi awayekî zelal hatiye diyarkirin. Li edliyê hestiyê kesekî bo malbata wî di nav telîsekî de radestkirinê em bo malbata wî wek kiryareke xirab dibînin. Ev rewş mafên rêzgirtina li wî kesî binpê kiriye.”

Di Mijdara 2021an de derketibû holê hestiyên ku ji sedî 95 ên Hakan Arslan in, ji Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê şandin Edliyeya Amedê.

Hat ragihandin hestiyên Arslan ên ku roja Pêncşemê gihiştin Edliyeya Amedê, ji wê rojê ve li odeya dozgerê ku bi dosyayê re mijûl dibe dihat ragirtin.

Li ser agahdarkirinê bavê Hakan Aslan, Alî Riza Aslan ji Erzeromê hat Amedê û çû Edliyeya Amedê.

Hestiyên Hakan Aslan di telîs de radestî bavê wî hat kirin. Alî Riza Aslan piştî ku hestiyên kurê xwe wergirt, ji bo defnkirinê ber bi Erzeromê ve bi rê ket.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst