Facebooka siyasetmedarên kurd tên girtin

29-08-2013
Sabriye Cotkar
A+ A-

Rûdaw (Stembol) - Di navbera 6ê Temmûzê û 12ê Tebaxê de nêzîkî 10 rûpelên Facebookê bi biryara Facebookê hatin girtin. Ev rûpel bi giştî yên siyasetmedarên kurd bûn.

Rojnamevana Radîkalê Ezgî Başaran derbarê vê meseleyê de 12ê Tebaxê nûçeyekê nivîsî. Rêvebirê Facebookê Richard Allan (Director of Facebook Policy in Europe) bi rêya Telekonferansê pirsên rojnamevan Ezgî Başaran bersivandiye.

Allan wiha dibêje; “Derbarê van rûpelan de şikayet gelekî zêde hatine. Di hemû rûpelan de bi giştî pesindana rêxistina terorê hebûne û ev yek ne li gorî standardên Facebookê ne. Mînak parvekirina al û remzên  rêxistinên IRA, ETA, FARC û PKKê ne li gorî qaîdemê ne. Sedema girtina rûpelan ne ji ber fealiyetên siyasetmedarên kurd bûn. Li gorî me bikaranîna al û remzên PKKê  derbaskirina qaîdeyên me ne. Parvekirina her tiştê  PKKê sedema girtinê ye’

Herwiha Allan dibêje ew bi polîs re jî hevkariyê dikin. Heke emniyet IPyekê bixwaze ew lêkolînê dikin û li gorî  encama lêkolînê ew IPyê didin rayedarên polîsan.



Richard Allan

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst