Hewlêr (Rûdaw) - Li Îsraîlê deriyên navendên dengdanê yên ji bo hilbijartinên giştî yên parlamentoyê (Knesset) hatin girtin.
Rêjeya tevlîbûnê gihîşt nêzîkî ji sedî 75an.
Li gorî encamên destpêkê yên televîzyonên Îsraîlê yên li ber deriyên sindoqan, di navbera desthilat û mixalefetê de pêşbirkeke gelekî tund heye.
Hevpeymaniya mixalefetê bi ferqeke kêm li pêş e
Li gorî encamên Kanala 12ê ya Îsraîlê, hevpeymaniya mixalefetê bi bidestxistina 52 kursiyan li pêş e.
Li hemberî vê, hevpeymaniya Benjamin Netanyahu 50 kursî bi dest xistine û partiyên Ereban jî karîne 18 kursiyan misoger bikin.
Kanala 12ê amaje pê kir ku ji 120 kursiyên parlamentoyê Partiya Lîkudê ya bi serokatiya Netanyahu dê 24 kursiyan bi dest bixe.
Partiya bi serokatiya Gadi Eisenkot jî dê bibe xwedî 22 kursiyan.
Di heman demê de, li gorî rapirsiya Kanala 13ê ya Îsraîlê, tê çaverêkirin ku Partiya Lîkudê 26 kursiyan wergire.
Ti partiyê pîraniyê bi dest nexist
Saziya Weşana Giştî ya Îsraîlê (KAN) jî da zanîn ku li gorî rapirsiya wan, eniya Eisenkot 53 kursî û eniya Netanyahu jî 50 kursiyan bi dest dixe.
Kanala 12ê ya Îsraîlê qal kir ku li gorî van encaman, di hilbijartinên parlamentoyê de serkeftiyekî zelal nîne.
Sedema vê jî ew e ku ti aliyekî ji her du eniyên sereke nekariye ji bo pêkanîna kabîneya hikûmetê piraniya mutleq a ku 61 kursî ne misoger bike.



