Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ji Rûdawê re ragihand ku ew agahdarî êrişa li ser welatiyên vegeriyayî yên Girê Spî ne.
Wî berdevkî her wiha destnîşan kir ku divê hikûmeta Sûriyeyê ji encamderên tundûtîjiyê lêpirsînê bike.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ji Rûdawê re got:
"Agahiya me ji wan raporan heye ku qal dikin êrişî ser malbatên Kurd ên vegeriyayî yên Girê Spî hatiye kirin.
Amerîka tundûtîjiya li hemberî welatiyên Girê Spî û tevahiya Sûriyeyê şermezar dike."
"Divê xelk bi silamet vegere warê xwe"
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihand:
"Ew Sûriyeyiyên ku di encama şer de koçber bûne, divê karibin bi awayekî bi silamet, bi dilê xwe û dûrî tundî û tirsandinê vegerin ser cih û warên xwe."
Wî berdevkî li ser berpirsyariya Şamê jî anî zimên:
"Pêwîst e hikûmeta Sûriyeyê hemû encamderên tundûtîjiyê berpirsiyar bibîne.
Divê ewlehiya hemû Sûriyeyiyan, di nav wan de jî ya wan malbatên ku vedigerin ser cihên xwe, misoger bike."
"Mafê wekhev ji bo hemû pêkhateyan"
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê di dewama axaftina xwe de got:
"Amerîka piştgiriya Sûriyeyeke yekgirtî û xwedî serwerî dike ku tê de Kurd û hemû pêkhateyên din bibin xwedî mafên wekhev ên welatîbûnê, ewlehî û beşdariyeke biwate di birêvebirinê de."
Berdevk her wiha diyar kir, "Em hikûmeta Sûriyeyê û desthilatdarên herêmî teşwîq dikin ku pêbendiyên xwe bi cih bînin.
Divê bersiva dilgiraniyên rewa bidin û ji bo ji nû ve avakirina baweriyê ya di navbera hemû pêkhateyan de gavên pratîkî bavêjin."
Li Girê Spî çi qewimî?
26ê Çiriya Pêşîn a 2026an, li ser vexwendina birêvebiriya Girê Spî bi dehan malbat vegeriyan vî bajarê Rojavayê Kurdistanê.
Armanca vegera wan pêşkêşkirina belgeyên fermî yên xwedîtiya erd û milkên wan bû.
Lê belê di dema gihîştinê de ji aliyê hejmarek niştecihan ve êrişî wan hat kirin û zerer gihandin otomobîlên wan.



